​​​​​​​Meclisa Xeta Rojhilat ya Dêrazorê civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Meclisa Gel a bajarê Hecînê bi endamên Meclisa Xeta Rojhilat re civiya û mekanîzmeya karê meclisê nîqaş kir.

​​​​​​​Meclisa Xeta Rojhilat ya Dêrazorê civîna xwe ya yekemîn li dar xist
28 sibat, 2021   15:44
DÊRAZOR

Piştî damezirandina meclisên herêmên gundewarê Dêrazorê, meclisan dest bi dayîna mekanîzmeya xebatên xwe kir.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Xeta Rojhilat a gundewarê Dêrazorê ku deverên ji gundê Ebû Heman heta bajarokê Baxozê di nav xwe de digire, civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna endamên meclisê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre endamê Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Hesen Koçer axivî, avakirina meclisan pîroz kir û geşdanên siyasî şîrove kir. Koçer  armanca êrişên dewleta Tirk, hewldanên şaneyên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên heêrmê de û xirabkirina aramiya herêmê nirxand.

Di civînê de nekanîzmeya xebatên komîteyên meclisê hate şîrovekirin. Koçer diyar kir ku ev komîte dê bi desteyên Meclisa Rêveber a Dêrazorê re di nava têkiliyan de be.

Endamên meclisê behsa asta ziyanên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê gihiştine binsaziya herêmê kirin, her wiha diyar kirin ku pêwîste ji bo pêşxistina asta xizmetguzarî û civakî li herêmê xebateke mezin were meşandin.

ANHA