Li Dêrazorê 16 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê merasîma bîranîna 16 şehîdên meha Sibatê yên pêngava rizgarkirina herêmên ji çeteyên DAIŞ'ê li dar xist.

Li Dêrazorê 16 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 16 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 16 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 16 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
28 sibat, 2021   16:07
DÊRAZORÊ

Merasîm li hola Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî hate lidarxistin. Hola merasîmê bi wêneyên şehîdan hatibû xemildanin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojhilatê Dêrazorê Ebdulrezaq El-Timê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û îşaret bi berdêlên şehîdan kir.

Ebdulrezaq diyar kir ku dayikên şehîdan ji bo pêkanîna aştî û araminiyê li herêmê kezebên xwe dan.

Dûvre mûm li pêşiya nasnameya her 16 şehîdan hate pêxistin.

Navên şehîdan wiha ne ; Xalid El-Recep, Hisên El-Casim, Elî El-Iweyid, Ebdulrezaq, Ebdulqadir, Ehmed El-Îsa, Ebdulqadir El-Hesûn, Sahir El-Elî, Elî Ehmed, Ebdullah Hewas, Mehmûd El-Zalan, Ebdulrezaq Mihemed, Miwefeq El-Hisên, Elî El-Ewed, Ehmed El-Miheysînat û Ehmed El-Cezaa."

(eh)

ANHA