Di xwepêşandanên li Myanmarê de 7 kes hatin kuştin

Polîsên Myanmar bi armanca jihevxistina xwepêşandana li dijî darbeya leşkerî, gule û gazên rondikrêj reşandin, di encamê de herî kêm 7 xwepêşandêr hatin kuştin.

Di xwepêşandanên li Myanmarê de 7 kes hatin kuştin
28 sibat, 2021   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tibî diyar kir ku îro polîsên Myanmar gule li xwepêşandêran reşand û di encamê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.  Ji beriya çend hefteyan ve meşên banga darbeya leşkerî têne lidarxistin û îro dijwartirîn xwepêşandan bû.

Reuters`ê ragihand ku ji beriya mehekê ve gendelî li Myanmar heye, ji ber artêşê desthilat girtiye û di yekê Sibatê de bi tawana zextekirina hilbijartinên ku di meha Mijdarê de li dar ketibûn, seroka welêt a hilbijartî Aung San Suu Kyi û pirraniya rêveberên partiya wê wê girtin.

Têkildarî mijarê bijîşkekî ku di nexweşxaneyekê de kar dike nexwest navê wî were eşkerekirin got,  mêrek piştî ew veguhazandin nexweşxaneyê ji ber ku di sînga xwe de xwaribû mir, jinek jî li gorî keça wê û hevalê wê ragihand ku piştî polîsan li bajarê Yangon xwepêşandan bi bombeyên dengî ji hev xist, kirîza dil derbas kir, mir.

Siyasetmedar Kyaw Min Htiki yê ji bajarê Dawei yê başûrê welêt ji Reutersê re diyar kir ku polîsan gule reşand û di encamê de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ajansa Now a Myanmar ragihand ku li bajarê Mandalayê di encama xwepêşandanan de du kes hatin kuştin.

(eh)