Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi boneya şeşemîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê, şahiyek lidar xistin.

Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
Şêniyên Til Hemîsê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
27 sibat, 2021   13:35
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Rojê azadiyê di 27'ê Sibata 2015'an de şewq da û şeva tarî rabû  " şêniyên Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo, şahiyek bi boneya şeşemîn salvegera rizgarkirina bajarê wan ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve organîze kir.

Şahî l stada futbolê hat li darxistin. Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya, fermandarên leşkerî û partiyên siyasî yên li kantona Qamişlo beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo, Avram Ishaq axivî û şehîdên azadiyê bibîr anîn.

Ishaq destnîşan kir ku bi saya felsefeya jiyana hevbeş û neteweya demokratîk wan karîn navçeya Til Hemîsê rizgar bikin.

Ji fermandarên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Diyar Zegroz axivî û berxwedana QSD'ê di têkçûna DAIŞ'ê silav kir û soza rizgariya herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nû kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Xelef jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got:" Bi saya xwîna şehîdan me herêmên xwe ji terorê rizgar kir û em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku tevahî axên xwe rizgar dikin".

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid Abdullah jî axivî bîranîna salvegera rizgariya navçeyê li tevahî şêniyan pîroz kir û diyar kir ku navçeya Til Hemîsê gelek êş û azar ji komên çekdar dîtin, lê bi saya hêzên wan ên leşkerî ew tarîtî rabû û aşitî û ewlekarî misoger bû.

Piştî ku axaftin bidawî bû, koma şanoyê ya girêdayî Navenda Çandê ya Til Hemîsê şanoyek der barê êşkenceya di zindanê de bi sernavê"qêrîna girtiyekî" pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govenê ji aliyê şêniyan ve li ber stranên komên hunerî yên komên girêdayî Navenda Çandê ya navçeya Til Hemîsê û Til Berakê ya kantona Qamişloyê bi dawî bû.

(dm-dx)

ANHA