Şêniyên Hecînê şehîdên meha Sibatê bi bîrxistin

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê îro 5 şehîdên ku di hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê di Sibata 2018'an de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şêniyên Hecînê şehîdên meha Sibatê bi bîrxistin
27 sibat, 2021   14:31
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê bi beşdariya malabtên şehîdan, fermandarên leşkerî û Meclisa Gel û hevserokên wê ve li merasîma bîranînê bi rêxistin kir.

Şehîdên ku hatine bibîran şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk in, "Cemal Abdull Ezîz, Lorans El- Şecîf, Amir El-Ibêd, Hemûd El-Henzal û Emaş El-Elî."

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêveberê nivîsgeha şehîdan a Meclisa Dêrazorê ya Leşkerî, Şemlan El-Mixlêf axivî û wiha got:"Fedayîtiya ku şehîdên me ji bo parastin û rizgarkirina welat dane, hêz û îradeya me xurtir kir. Ew ê her tim ji bo gelên azadîxwaz bibin ronahî."

Di dawiya merasîmê de malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm vêxistin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5n9KdrVIr-M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>