Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li PDK`ê kir ku rojnamegerên Behdînanê berde

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) di derbarê girtiyên Behdînanê yên di girtîgeha Hewlêrê de nameyek ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re şand û bang kir rojnamevanên ku hatine girtin, berdin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li PDK`ê kir ku rojnamegerên Behdînanê berde
27 sibat, 2021   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê 6 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa birîn. Ev biryara cezayê li Başûrê Kurdistanê û dervey welat bû sedema bertekan û hîn jî bertek didomin. Her wiha hîn nêzî 50 kesên din ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, di girtîgehê de ne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) derbarê girtina rojnamegerên Behdînanê de, nameyek ji nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî re şand.

Rêxistinê di nameya xwe de dadgehkirina rojnamegeran weke dadgehekirinek ne bi edalet bi navkir û got; “Niha 5 rojnameger ketine greva birçîbûnê, ji ber ku li benda biryara dawîne. Tê payîn rojnameger heya 16’ê Adarê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin. Divê kesên hatine girtin bê şert werin azadkirin. Kesên hatine girtin, di cihek qerebalex de têne ragirtin û cihek nînin ku lê xew bikin. Di nava 100 girtiyên din de dimînin, metirsiya nexweşiya vîrûsa Koronayê li ser wan heye.”

Di dewama nameya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ya ji bo Dîndar Zêbarî de ev tişt hatin gotin; “Endamên asayîşê bi cil û bergên sivîl, Şêrwan Şêrwanî di 7’ê Cotmeha 2020’an de li bajarê Hewlêr binçavkiribûn. Her 4 rojnamgerên din jî di 22’ê Cotmeha 2020’an de li bajarê Dihokê bi hêceta tevlî xwepêşandanê bûne, hatin binçavkirin.

Hinek ji vane piştî girtinê, demek dirêj nekarîn parêzer û malbatên xwe bibînin. Herwiha kesên hatine girtin di dema binçavkirinê de ragihandin, wana di dema dadgehkirinê de bi neçarî îmze danîne binê sucên ku ji bo wan hatine amadekirin.

Hêzên asayîşê bi ser mal û cihê kar yê rojnameger û çalakvanên hatine girtin de girtine û wana bi darê zorê binçavkirine. Dest û çavê Guhdar Zêbarî digrin û bê ku belgeyek dadgehê hebe, binçavkirin. Dadgehê biyara desteserkirina telefon, bilgiseyar û kamerayên wan kesan jî daye.

Dadgeh bi vê tenê re nemaye, fermana binçavkirina rojnameger Eyhan Sedîd ê birayê Şivan Seîd, Difa Herkî û Faîd Husên jî derxistiye.”