El-Mehcûb: Em ê fermandariya artêşê radestî serokekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin bikin

Berpirsekî Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb tekez kir ku heta çeteyên dewleta Tirk sewqî Lîbyayê tên kirin, ew ê fermandariya artêşê tenê radestî serokekî ji hêla gelê Lîbyayê ve hatiye hilbijartin, bikin.

El-Mehcûb: Em ê fermandariya artêşê radestî serokekî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin bikin
26 sibat, 2021   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mehcûb bi daxuyaniyeke çapemeniyê destnîşan kir ku erka hikumeta nû ya Lîbyayê ku di encama diyaloga siyasî ya Lîbyayê de hatiye avakirin, pêkanîna hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê ye ku tê de gelê Lîbyayê daxwazên xwe bi azadî û bi awayekî yekser bîne ziman.

El-Mehcûb diyar kir ku heta hêzên biyanî, çeteyên ku dewleta Tirk rojane tîne Lîbyayê û çekên li derveyî serweriya dewletê hebin, dê pêwîstiya bi artêşeke nîştimanî tiştekî sereke be.

Ev daxuyanî piştî ku duh serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe koma xwe ya hikumetê pêşkêşî parlamentoyê kir, pêk hat.

Gelê Lîbyayê li bendê ye ku di saetên pêş de koma hikumetê ya nû nas bikin ku dê serkêşiya hikumeteke demkî ya nû bike. Dê erka wê aloziya aborî û ewlehiyê li welêt bi dawî bike û zemîna pêkanîna hilbijartinan di dawiya salê de, amade bike.

(dx)