Medya Mihemed: Divê jin serî ji zîhniyeta serdest re netewînin

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Medya Mihemed diyar kir ku jinan xwe bi pêş xist û tev li tevahiya qadên siyasî û civakî bûn. Medya bang li jinan kir ku têkoşînê mezintir bikin, xwe bi rêxistin bikin û serî ji zîhniyeta serdest re netewînin.

Medya Mihemed: Divê jin serî ji zîhniyeta serdest re netewînin
26 sibat, 2021   13:34
HESEKÊ

Kongreya Star li Hesekê civînek bi boneya nêzbûna 8`ê Adarê û bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” li dar xist.

Civîn li Hola Reşo ya li taxa Mişêrfe li dar ket û bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl tev lê bûn.

Endama Kongreya Star Medya Mihemed Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir û got: “Em vê rojê li tevahiya dayikên şehîdan ku zarokên xwe fedayî azadî û aştiyê kirine û li rêber Abdullah Ocalan ku jin ji zilmê rizgar kirine, pîroz dikin. Roja Jinan a Cîhanê, roja têkoşînê ye. Jinan di wê rojê de, serî li hemberî zîhniyeta serdest hilda û 8`ê Adarê kir rojeneke cîhanî ku jinên li tevahiya cîhanê wê pîroz dikin.”

Her wiha Medya destnîşan kir ku jin tev li tevahiya warên xebatê yên siyasî û civakî bûn û êdî fikirên desthildatdar ku wan dike kole, qebûl nakin.

Medya da zanîn ku jinan di dirêjahiya dîrokê de gelek zilm dîtiye û rastî gelek sûcên cuda hatine, mînakên herî dawî jî qetilkirina her du rêveberên Meclisa bajarokê Til Şayîr Seîda û Hind in.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Medya Mihemed di dawiyê de bang li jinan kir ku asta têkoşîna xwe mezin bikin û serî ji zîhniyeta sedest re netewînin.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek girêdayî berxwedana jinan û Roja Jinan a Cîhanê hat pêşandan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4dHdkwIotj4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>