Balafirên şer ên Rûsyayê Çiyayê El-Ekrad bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê eniya Kebane ya li Çiyayê El-Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê bombebaran kir. Her wiha hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li “herêma bêçek” nuqteyên hev tobparan kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê Çiyayê El-Ekrad bombebaran kir
26 sibat, 2021   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li eniya Kebane ya li gundewarên bakurê Lazîqiyê 5 êriş pêk anîn. Heta niha agahiyên li ser windahiyên canî nehatine bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi moşekan nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Fetîra, Kensefra, Sifohin, Bare, Filêfil, Bênên û El-Riweyha yên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî bersiva topbaranê da û herêmên El-Berîc û eniyên li Çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê ku hêzên hikumeta Şamê lê serwer in, topbaran kirin. Lê belê agahiyên li ser windahiyên canî nagihaştin ber dest.

(şx)