ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-02-2021
25 sibat, 2021   00:00

- Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê diyar kir ku sedema nebersivdayîna Asayîşa ‎Başûrê Kurdistanê ji daxwaznameya Ronahî Tv re, bi desthilatdariya dewleta Tirk li ser dayîna ‎biryarên hikumeta Başûr ve girêdayî ye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma"Bi felsefe û zanista azad ber bi neteweya ‎demokratîk ve" dê îro konferansê xwe yê 5’emîn li dar bixe.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Til Temirê bang li garantorê rûsî kir ku helwesta xwe ya mayînê yan jî ‎derketinê zelal bike û li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker bi cidiyet tev bigere û li ser ‎hesabên gelê herêmê berjewendiyên  xwe bimeşîne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo got: “Rojnameya New York Times bi dewletaTirk re hevkar e û dixwaze rewabûnê bide dagirkirina wê ya li ser Efrînê. Bi wê re eşkere dibe ku dewleta Tirk wijdana wê rojnameyê û rojnameya Spanyayê kiriye, mîna ku wijdana Rêxistina Qedexeya Çekan a Navneteweyî kirî, da ku êrişa xwe ya kîmyawî ya li dijî Serêkaniyê de veşêre." (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Parlamentera HPD Feleknaz Uca şerê ku dewleta Tirk ê li dijî partiya wan dimeşîne, bi şerekî giştî bi nav kir û got ev şer li dijî pergala neteweya demokratîk, Kurdan û fikrên rêber Abdullah Ocalan pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star li Dirbêsiyê, Til Hemîs û bajarok Girbawî semîneran bi boneya 8’ê Adarê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayikên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) serkeftina Garê li rêber Abdullah Ocalan, pîroz kir. Dayikan serbilindiya xwe bi fedekariya keç û xortên xwe anî ziman ku dewleta Tirk çiyayên Başûrê Kurdistanê dike hedef, siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê digire û bi hewldana tunekirina gelê Kurd sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo got divê aliyên kurdî ji qeydên ku ji aliyê dijminên gelê Kurd ve li dora wan çêkirine, rizgar bibin û destnîşan kir ku divê ew alî girêdayî berjewendiyên xweyên dûrî berjewendiyên gelê Kurd nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Piştî derbasbûna 3 salan li ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, desthilat Tirkiyê piştî ku hinek rojnameyên cîhanî îqna kir ku derbasî Efrînê bibin û li gorî xwe çîrokên bûyerên ku rû dane, vegotin, hewl dide ji cîhanê re “destkeftiyên xwe” eşkere bike. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Gotinên xirab û bersivdayîna bi şêwazê xirab yekem tişta ku dê rastî mirov were dema ku li ser bendeke kontrolê ya hikumeta Şamê û çeteyên alîgirên dewleta Tirk derbas bibe û dibe ku wêneyek di telefonê de bibe sedem ku mirov were girtin û bi dehan mehan rastî îşkenceyê were. (BI WÊNE)

- Dewleta Tirk a dagirker bi şêwazên cuda şerê gelê Sûriyê dike. Av yek ji rûyên vî şerî ye. Li rex qutkirina avê li ser bajarê Hesekê, dewleta Tirk dem demê rêjeya herikîna ava çemê Firatê yê ku derbasî Sûriyê dibe kêm dike. Di vê dawiyê de jî kêmbûna rêjeya avê bendava Tişrînê bi xetereya rawestandinê re rû bi rû dihêle. (BI WÊNE)

ANHA