SOHR: Li Idlibê mayînek bi karwana artêşa Tirk de teqiya

SOHR’ê daxuyand ku bi derbasbûna karwanê dewleta Tirk a dagirker a li bejahiyên Idlibê re, mayînek teqiya.

SOHR: Li Idlibê mayînek bi karwana artêşa Tirk de teqiya
24 sibat, 2021   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku kesên nenas li ser rêya di navbera Meret Misrîn û bajarokê Kefriya de mayînek çandibû, lê dema karwana dewleta Tirk a dagirker derbas bû mayîna bi wan de teqiya û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Têkildarî mijarê, hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê belav bûn.

(fr)