'Eger dijmin û dostên Kurdan ji hev neyên derxistin, helwesta kurdî nabe yek' 

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo got divê aliyên kurdî ji qeydên ku ji aliyê dijminên gelê Kurd ve li dora wan çêkirine, rizgar bibin û destnîşan kir ku divê ew alî girêdayî berjewendiyên xweyên dûrî berjewendiyên gelê Kurd nemînin.

'Eger dijmin û dostên Kurdan ji hev neyên derxistin, helwesta kurdî nabe yek' 
25 sibat, 2021   02:58
KOBANÊ

Bangên ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî di navbera partiyên siyasî yên kurdî de zêde dibin û hewldanên pêkanîna lihevkirinê di navbera partiyên PYNK û ENKS`ê de jî didomin.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo got dijminên Kurdan her tim derfet nedida ku yekitiya Kurdan pêk were û yekitiya Kurdan divê li ser bingehên rast be û nuqteyên sereke tê de hebin da ku nêrîn û helwesta kurdî bike yek.

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku dema ku dost û dijminên gelê Kurd neyên naskirin, wê demê nêrîn û helwesta kurdî jî nabe yek. Şêxo got pîvanên navneteweyî hene divê erêkirin li ser wan were kirin da ku bibe zemîna lihevkirinê da ku yekitiya neteweyî pêk were.

Ehmed Şêxo diyar kir ku itîlafa Sûriyê heman zîhniyeta rejîma Sûriyê bi kar tîne, Kurdan û zimanê wan qebûl nake û wiha pirs kir: "Em ê çawa vê nêzîkatiyê qebûl bikin û dan û standinê bi wan re bikin?"

Ehmed Şêxo tekez kir ku divê hemû aliyên kurdî li doza kurdî vegerin, tişta ku xizmeta gelê Kurd dike û aliyên ku divê dan û standinê bi wan re bikin û tişta ku gelê kurd dixwaze, nas bikin û divê xwedî îrade be bêyî ku hêzên derve destwerdanê bikin heta ku diyalogên PYNK û ENKS`ê bi ser bikevin û bibe cihê baweriya civaka kurdî.  

Ehmed Şêxo wiha domand: "Çawa behsa yekitiya neteweyî ya kurdî tê kirin û yek ji aliyan di nava wan planan de ye ku armanca wan qirkirina gelê Kurd e?"

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo di dawiyê de tekez kir ku divê aliyên kurdî ji qeydên ku ji aliyê dijminên Kurdan ve li dora wan çêkirine, werin rizgarkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SYimq_3rULE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>