Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin

Bi armanca bi rêxistinkirina xebatê meclisên herêma Dêrazorê da ku karibe hê baştir xizmetê pêşkêş bike, Kongreya Damezrîner a Yekemîn a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin.

Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin
Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin
Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin
Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin
Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin
Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin
22 sibat, 2021   17:49
DÊRAZOR

Kongreya Damezrîner a Meclisên Herêmên Dêrazorê li hola civînan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Meamil li dar ket. Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, QSD, endamên saziyên sivîl û meclisên hatine avakirin û şêx û rûspiyên herêmê di kongreyê de amade bûn.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û lidarxistina vê kongreyê ji bo şêniyên Dêrazorê yên ku di salên dawî de azar kişandine, bi rojekî dîrokî bi nav kir û got: "Bi fedekariyên QSD'ê ya ku bi hezaran şehîd dan, herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, meclisên herêmî û Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate avakirin, ku her tim xizmetê pêşkêşî gel dike û binsaziyê ji nû ve ava dike."

Bêrîvan Xalid diyar kir ku hewldanên têkbirina rêveberiya Dêrazorê bi saya hişyariya şêniyan û eşîran têk çûn û wiha domand:  "Divê em ji bo serxistina Rêveberiya Xweser kar bikin, me karîbû hawayeke ewle ava bikin ku bi rêya wê xizmeta şêniyên xwe bikin. Ev gav dîrokî û girîng e, komîteya amadekar û endamên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kedeke mezin da da ku meclisên vê herêmê ava bikin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El-Xebîl axivî û diyar kir ku avakirina meclisên Dêrazorê gaveke girîng di dîroka Rêveberiya Xweser de ye, dê hêzên leşkerî yên herêmê ji bo xizmeta şêniyan û parastina saziyan bi hev re bixebitin.

El-Xebîl diyar kir ku avakirina 4 meclisan li Dêrazorê tê wateya piştevahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi navê Meclisa Qanûnsaz Ziyab El-Cîlat jî got: "Serkeftinên ku li Dêrazorê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e, ji ber vê yekê divê em di Rêveberiy Xweser de li hemberî planên li dijî rêveberiya me bisekinin."

Bi navê Meclisa Rêveber a Dêrazorê Xesan El-Yûsif got, guhertina ku li Dêrazorê çêdibin, destpêka jinûve sazkirina sazûmaniya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê ye û wiha domand: "Rêveberiya Sivîl û rûspiyên eşîrên herêmê, ji beriya 8 mehan ve ji bo vê roja dîrokî kar dikin, ku 4 meclisan li Dêrazorê ava kirin, herêma rojava, herêma bakur, herêma navîn û herêma rojhilat ku ji 187 endaman ji şêniyên Dêrazorê pêk hat. Her meclisek ji 42 endaman pêk tê."

El-Yûsif got, rûbera Dêrazorê berfireh e û niştecihên wê pir in, ji ber vê yekê pêwîstî bi xizmetguzariyeke zêde û jinûve avakirina deverên wêrankirî heye, her wiha tunebûna îstîqrara aborî û xizmetguzarî, ji aliyên derve re dibin armanc da ku rêveberiyê têk bibin.

Di dawiyê de endamên meclisên Dêrazorê sond xwarin ku dê projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser biparêzin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/brsXUJdLNIc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>