Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn

Saziya Malbatên Şehîdan a Asûriyan û Meclisa Zêrevanên Xabûr şehîdên xwe yên sala 2015'an bi bîr anîn.

Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
Asûriyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
22 sibat, 2021   17:58

Merasîm li Goristana Şehîdan a Asûriyan  a li gundê Til Şenan ê dikeve rojhilatê navçeyê hate lidarxistin

Bi dehan şênî û endamên meclisên sivîl ên navçeyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û ayinên olî dest pê kir.

Ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Cemîla Kakilo axivî û got: "22'yê Sibata 2015'an  wekî şeva dawî ya hebûna asûriyan li rexê Xabûrê bû, ev roj mîna kabûsekî bû ku xwîna ewladên me rijandin û bi dehan kes revandin. Her wiha bi destê dijminên mirovahiyê me her cûre êş û koçberî dît."

Cemîla diyar kirin ku bi saya şehîdan herêm hate rizgarkirin.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

ANHA