Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Şaban Mihemed El-Yûsif a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê, dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Îbrahîm Welîd El-Mihemed bi merasîmekê bi dawî bû.

Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
22 sibat, 2021   16:55
MINBIC

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî merasîmê bûn.

Dewreyeya perwerdeyê bi beşdarbûna 60 endaman mehekê dewam kir. Di dewreyê de endaman waneyên leşkerî û fikirî standin.

/ar/uploads/files/2021/02/22/143713_wdhhh-aljasm.webp

Merasîmê bidawîkirina dewreya perwerdeyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Hundirîn a Minbic û Gundewarê wê Wedha El-Casim bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir û hêvî kir ku li gorî berpirsyariya ku girtine ser milê xwe bin û waneyên ku di dewreyê de girtine, ji bo xizmeta civakê bixin pratîkê.

/ar/uploads/files/2021/02/22/143742_raed-alahmd.webp

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raid El-Ehmed axivî û got: "Em bidawîkirina vê dewreyê pîroz dikin, em hêvî dikin ku hûn amaneta giran a ku bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin hilgirin û wefedarê welat û gelê xwe bikin."

Di dawiyê de endamên dewreyê sonda leşkerî xwarin û bawername wergirtin.

ANHA