Li Qamişloyê xebatên avahîsaziyê û bangên rawestandina avahiyên bêserûber

Li bajarê Qamişloyê lêkirinên avahiyan û bêserûberiya wan zêde bûye. Li gel wê jî bertek hene ku lêkirinên avahiyên bêserûber werin sînordarkirin. Hevserokê Şaredariya Gel a Qamişloyê got wan biryarên sînordarkirina bûyerên bêserûberiya lêkirina avahiyan û çavdêriya li zêdegaviyan dane.

Li Qamişloyê xebatên avahîsaziyê û bangên rawestandina avahiyên bêserûber
Li Qamişloyê xebatên avahîsaziyê û bangên rawestandina avahiyên bêserûber
Li Qamişloyê xebatên avahîsaziyê û bangên rawestandina avahiyên bêserûber
22 sibat, 2021   09:32
QAMIŞLO - LÎLAV DÎWANÎ

Di vê dawiyê de li bajarê Qamişloyê xebatên avakirina avahiyan bêyî ku pabendiya bi sîstemên avahî, şertên jîngehê, tenduristî û pîşeyî yên li gorî avahiyan were kirin, zêde bû. Ew yek jî bi rasthatina bilindbûna bihayên mal û avahiyan a di encama pêlên koçberiyê yên bi sedemên şerên li Sûriyê yên ber bi bajêr de pêk hat. Bi wê re jî muteahîd û xwediyên projeyan avahiyên bêserûber lêkirin, da ku qezenc bikin, bêyî ku tu xeteriyên wê di ber çavan re derbas bikin.

Li gel wê jî hin zêdegavî di lêkirina avahiyan de derketin ku wê jî hişt ku şêniyên bajêr azaran bikişînin. Ew azar ji ber hiştina madeyên avahiyan bi demeke dirêj li kolanan bû. Wê yekê jî tevgera çûn û hatina erebeyan asteng kir. Bermahiyên piştî lêkirina avahiyan li taxan diman ku bandoreke neyînî li jînegehê dike.

‘AVAHIYÊN BÊSERÛBER BANDOREKE NEYÎNÎ LI BAJÊR DIKIN’

Têkildarî mijarê, Hisên Mihemed ê ji Qamişloyê diyar kir ku zêdegaviyên di dema lêkirina avahiyên bêserûber de bi der dikevin bandoreke neyînî li ser şêniyan dikin û azarên wê mezin dikin û wiha got: "Avahiya ku ne li gorî şertan be, heke tu bûyereke xwezayî çêbû, dê di pêşerojê de jiyana niştecihên wê bixe xeteriyê. Her wiha dê bandoreke neyînî li xweşikbûna bajêr jî bike."

Mihemed wiha domand: "Madeyên avahiyan nîvê rûbera kolanan digire, çûn û hatina erebeyan asteng dike, jînegehê qirêj dike, bi wê re jî xeteriyên qezayan çêdibin. Bi taybet di dema êvarê de li ser kolanên giştî."

Mihemed bang li Şaredariya Gel kir ku sînorekê ji van zêdegaviyên di lêkirina avahiyan çêdibin de deynin, neçar bikin ku li gorî qanûnan tev bigerin û kesên muxalif ceza bikin û divê kesên pispor çavdêriya xebata avakirinê bikin.

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Mahir Xelîl piştrast kir ku avahiyên bêserûber bandoreke neyînî li ser şêniyan dikin û bang li aliyên pêwendîdar kir ku kesên muxalif ceza bike û xebata lêkirina avahiyên bêserûber rawestînin û wiha got: "Avahiyên ku qatên wê zêde ne û ne rewa ye, jiyana sivîlan, di dema çi erdhejekê de, dixe xeteriyê û ji aliyê hin şêniyan ve der barê pêkanîna qanûnên şaredariyê xemsarî heye."

Xelîl behsa bandora neyînî ya bermahiyên avahiyan ên ku li kolanan piştî bidawîkirina avahiyan dimîn kir û wiha got: "Hiştina bermahiyên qûm, çemento û bermahiyên avahiyan li kolanan piştî bidawîkirina xebata lêkirinê, bandoreke neyînî li xweşikbûn û dîmena şaristanî ya bajêr dike."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Semîre Xelîl bang li aliyên pêywendîdar kir ku sînorekî ji vê dîmenê re ku di vê dawiyê de li Qamişlo zêde bûye deynin, kesên muxalif muhasebe bikin û li ser muxalifetên ku di dema lêkirina avahiyan de çêdibin, bisekinin.

‘BIRYARÊN TUND JI BO SÎNORDARKIRINA AVAHIYÊN BÊSERÛBER’

Hevserokê Şaredariya Gel a Qamişloyê Gebrêl Şemon îşaret bi sedemên zêdebûna avahiyên bêserûber ên li Qamişlo kir û wiha wiha domand: "Ji sedemên herî girîng ên lêkirina avahiyan bêyî pêkanîna şertan, qezena zêde ya hin muteahîd û xwediyên projeyan e. Ew jî piştî bihabûna bihaya malan pêk hat. Ev cureya ji avahiyan gelek pirsgirêkan çêdike jê jî xirabkirina dîmena avahî û şaristaniya bajêr e."

Şemon piştrast kir ku rêjeya avahiyan a ne li gorî şertên jînegeh, tenduristî û pîşeyî yên lêkirinê, ew neçar kir ku biryarên tund bidin û wiha domand: "Biryardayîna rakirina hin avahiyên muxalif, hineke zehmet e. Lê belê em neçar in ku vê yekê bikin. Ji ber agahdarkirina muteahîd, xwediyên projeyan û muxaleftkirina wan a bacên malî, lêkirina avahiyên bêserûber nedan sekinandin."

Şemon wiha gotina xwe berdewam kir: "Di du mehên borî de, biryara sekinandina ruxsetên lêkirina avahiyan ji muteahîdên li Qamişlo re heta 7’ê Sibatê hat dayîn. Da ku rêjeya lêkirina avahiyan sivik bikin, heta ku em projeyên ku hîna tên lêkirin kontrol bikin û çavdêriyê lê bikin." Şemon destnîşan kir ku lê li aliyekî din jî hin rewşên lêkirinan li gorî şertên sîstema zabîteya avahiyan hene û li gorî şertên jînege, tenduristî û pîşeyî pêk tên.

Sîstema zabîteya avahiyan, ew e ku qanûnên fenî ku divê muteahîd û xwediyên projeyan li gorî tax, kolan û madeyên destpêkê yên di lêkirina avahiyan de pêk tînin, tev bigerin. Ew jî girêdayî odeya endazyaran e. Divê her endazyarek erka xwe ya baldarî û şopandina madeyên ku di avahiyan de tên bikaranîn pêk bîne.

Şemon da zanîn ku têkildarî diyardeya hiştina bermahiyên avahiyan li ser peyarê û kolanan, şaredariyê biryarek da, ku divê xwediyên projeyan an jî muteahîd hin pereyan li gel şaredariyê qeyd deyînin, ew jî weke garantiyekê ku wan neçar bikin tevahî bermahiyên avahiyan piştî bidawîkirina lêkirinê rakin. Lê heke ev yek pêk nehat, dê şaredarî li gorî mezinahiya muxaleftê hin pereyên wan bigirin.

Şemon bang li şêniyan kir ku li gorî şertên jînegeh, tenduristî û fenî yên avakirinê de tev bigerin û ne qezencê bingeh bigirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Pêwîst e ku mala ku şênî dixwaze bikire li gorî tevahî şertên jînegeh û tenduristiyê bin. Zanebûna şêniyan di van mijaran de, dê bihêle ku muteahîd sîstem û qanûnên lêkirina avahiyan bi awayekî bi rêk û pêk pêk bînin."

(fr)

ANHA