Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê gelekî kêm bûye

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 2 kes ji ber koronayê mirine. Her wiha diyar kir ku hejmara pêketiyên koronayê ji destpêka meha sibatê ve kêm bûye.

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê gelekî kêm bûye
22 sibat, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, tenê 3 kes bi koronayê ketine û 2 kes jiyana xwe ji dest daye.

Kesên ku bi koronayê ketine jinek û 2 mêr in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 1

Reqa:1

Her wiha ji nav nexweşên koronayê kesek baş bûye.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê (Covid_19) li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 595 kesan; ji wan 313 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 242 kes baş bûne.

(dm)

ANHA