Li gundewarên Dêrazorê cenazeyê jinekê hat dîtin

Şêniyên bajarokê El-Sebha yê gundewarên Dêrazorê di jêrzemîna xwaringeheke berê de, cenazeyê jineke serjêkirî dît.

Li gundewarên Dêrazorê cenazeyê jinekê hat dîtin
22 sibat, 2021   09:41
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me bi dest xistine, cenaze yê welatiya bi navê Wedîa Serhan El-Salih e û koçbereke ji bajarê Meyadîn e û li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê dima.

Şaneyên DAIŞ'ê li herêmên gundewarên Dêrazorê, piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew li Dêrazorê têk birin, çalak bûne.

Beriya demekê jî, şêniyên bajarokê El-Sehîl serê kesekî nenas dît û li ser kaxezên li cem cenaze, gefên li dijî sivîlan hatibûn nivîsandin.

(dm)

ANHA