Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe

Piştî zêdebûna hejmara nexweşên laşmanyayê li gundewarên Tebqayê, Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li gelek gundên rojhilatê bajên navendên tenduristiyê yên sabît û gerok vekirin.

Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
Nexweşiya laşmanyayê li Tebqayê kêm dibe
21 sibat, 2021   08:09
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Li gorî komîteya tenduristiyê, di çend mehên derbasbûyî de zêdetirî 6 hezar kes bi laşmanyayê ketin. Li ser wê yekê komîteyên navendên tunduristiyê yên sabît li bajarokê Mensûra û gundên Hinêdê û El-Hemam ên rojhilatê Tebqayê vekirin. Her wiha li gundên Aliyê, Esmer, Ebû Şecera, Hec Mifdî, Simêhan, Amiriyê û Hora yên li başûrê bajarokê Mensûra navendên tenduristiyê yên gerok vekirin.

Şaredariya Gel a Mensûrayê jî bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan li bajar û gundên ku tê de mêşên nexweşiya laşmanyayê belav dikin, zêde ne, dest bi hemleyên paqijkirinê û rakirina gilêşê kir. Her wiha der barê çawaniya pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiya laşmanyayê de dest bi hemleyên hişyarkirina gel kir.

Serokê Navenda Tenduristiyê ya Mensûrayê Nîzar Îbrahîm diyar kir ku laşmanya ji beriya salekê ve li herêmê belav bûye, lê di 6 mehên dawîn de zêde belav bû. Sedema wê yekê jî kêmbûna têgihîştina tenduristiyê li cem şêniyan bû ku nizanîbûn di rewşên wiha de çawa tev bigerin û çawa pêşî li belavbûna nexweşiyê bigirin.

Nîzar Îbrahîm destnîşan kir ku navendên sabît di hefteyê de rojên yekşem, duşem, çarşem û pêncşemê nêzî 450 nexweşî pêşwazî dikin û dermanê pêwîst ji wan re peyda dikin.

Çavdêra navendên tenduristiyê yên gerok Firyal El-Hesen jî diyar kir ku koma tenduristiyê rojane li 2 gundên ku nexweşên laşmanya lê heye, kar dike û rojane nêzî 200 nexweşî derman dike.

Heta 20’ê Sibatê, ji 6 hezar û 62 nexweşên laşmanyayê ku Komîteya Tenduristiyê navên wan qeyd kirine, nêzî hezar û 529 nexweş baş bûne û dermankirina nexweşên din jî didome.

 (eh)

ANHA