Hêzên hikumeta Şamê derdora Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumetê Şamê şeva derbasbûyî bi moşekan êrişî herêmên Kansefra, Sifûhen, Filêfil û Fitîra yên başûrê gundewarên Idlibê kir.

Hêzên hikumeta Şamê derdora Idlibê topbaran kir
21 sibat, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê bajarê Idlibê digerin.  Her wiha balafirên girêdayî koalîsyonê jî li asîmanê bakurê Idlibê digerin.

Ji aliyekî din ve jî duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên hikumeta Şamê li gundê Hinûtîn ê başûrê Idlibê, bombebaran kir. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar jî hene.

(dx)

ANHA