Xwendekar: Zimanê me rastiya me ye, em dixwazin bê pejirandin

Xwendekarên qonaxa amadehî yên ji navçeya Til Temirê got wan di materyalên Rêveberiya  Xweser de rastî û mafên ku jê hatibûn mehrumkirin, dîtin û bang li gelên herêmê kir ku zextê li civaka navneteweyî bikin da ku materyalên Rêveberiya Xweser bipejirînin.

Xwendekar: Zimanê me rastiya me ye, em dixwazin bê pejirandin
21 sibat, 2021   08:53
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka damezirandina xwe de sîstema xwe ya perwerdeyê ya taybet li herêmê ava kir ku tê de îtirafê bi mafê hemû pêkhateyên herêmê û dîroka wan a kevnar dike. Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina qada perwerdeyê û serxistina wê, gavên girîng diavêje da ku perwerde di hemû qonaxên xwe de bê kêmasî be.

Xwendekar û malbatên wan dixwazin ku materyal û zimanê wan ku yek ji destkeftiyên girîn ên şoreşa wan û fedakariyên ciwanên herêmê ye, di aliyê navneteweyî de bêm pejirandin.

Têkildarî mijarê, hejmareke xwendekarên qonaxa amadehî yên ji navçeya Til Temirê têkildarî rêveçûna sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê, materyalên Rêveberiya Xweser û daxwazên xwe nêrînên xwe ji me re parve kirin.

Xwendekara bi navê Diyane Emîn diyar kir ku her neteweyek bi zimanê xwe tê nasîn û ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelê Kurd hewl dide zimanê xwe bi pêş bixe. Diyane got: “Em gihaştin qonaxeke baş. Me dibistan vekir û em bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin.”

‘DIVÊ DESTPÊKÊ EM ZIMANÊ XWE BIPZARÊZIN Û BIPEJIRÎNIN’

Diyane îşaret bi nepejirandina zimanê kurdî ji aliyê dewletên cîran û civaka navneteweyî ve kir û piştrast kir ku şênî dixwazin ji bo pêşeroja zarokên xwe materyalên Rêveberiya Xweser bên pejirandin û wiha domand: “Divê em zanibin ku bi hêsanî materyalek nayê pejirandan. Ji lew re ji bo pejirandina zimanê me xebatekî zêde tê xwestin.”

‘MATERYALÊN HIKUMETA ŞAMÊ RASTIYA GELÊN HERÊMÊ VEDIŞÊRE’

Diyane destnîşan kir ku xwendekaran hemûyan materyalên hikumeta Şamê xwendine û got: “Ew materyal rastiya gelên herêmê û dîroka wan vedişêre û li gorî siyaseta veşartina rastiyan ji gelên herêmê û li gorî berjewendiyên hikumetê hatin amadekirin.”

Di dawiyê de Diyane bang li şêniyan kir ku zarokên xwe bişînin dibisitanên Rêveberiya Xweser û got: "Beriya her kesî wekî gelên herêmê divê destpêkê em ziman, dîrok û materyalên xwe bipejirînin.”

Her wiha xwendekarê bi navê Kawa Ehmed koçberekî ji bajarê Serêkaniyê ye wiha û axivî: "Me berê di dibistanên hikumeta Şamê de xwend. Niha jî em di dibistanên Rêveberiya Xweser de dixwînin. Cudahiya di navbera her du dibistanan de ew e ku di dibistanên hikumetê de me nikarîbû heta bi zimanê xwe axivîbana, lê niha em bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin."

Kawa Ehmed diyar kir ku li herêmên wan piraniya şêniyan zarokên xwe dişînin dibistanên Rêveberiya Xweser û hinek ji wan jî bi hinceta ku materyalên Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyî de nayên pejirandin, zarokên xwe naşînin wan dibistanan û got: “Ji ber wê yekê, em bang li şêniyên herêmê dikin ku destpêkê ew zimanê xwe qebûl bikin û em bang li civaka navneteweyî dikin ku materyalên Rêveberiya Xweser biperjirînin ji ber ku zimanê me yê dayikê ye.”

‘ZEXTÊ LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ BIKIN DA KU MATERYALÊN ME BIPEJIRÎNIN’

Xwendekara bi navê Nalîn Yûnis jî got wekî xwendekar ew bang dikin ku piştgiriyeke navneteweyî ji ziman û materyalên Rêveberiya Xweser re hebe û ev tişt anî ziman: "Dema me di dibistanên hikumeta Şamê de dixwend, em ji mafên xwe hatibûn mehrumkirin û axaftina bi zimanê kurdî jî hatibû qedexekirin. Lê niha em bi azadî bi zimanê xwe perwerde dibin. Em dixwazin zimanê me bê pejirandin.”

Nalîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Wekî gelê Kurd mafê me jî heye wekî gelên din. Ji lew re divê civaka navneteweyî û NY ziman û mafên me qebûl bikin."

)cx, bx(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9hTyTPHFQf8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>