`Ruxmî komkujiyan jî Kurdan doza xwe parast`

Beşdarên komxebata ‘Dîdara Nakokiyên Kurdî-Kurdî, Pirsgirêk û Çareserî’ diyar kir ku Kurdan ruxmî tevahiya hewldanên qirkirinê û komkujiyên li dijî wan, hebûn û doza xwe parastin û ji tevahiya gelên din re bûn çirûska ronahiyê û di pêvajoya niha de, rolek di guhertina siyasetên li Rojhilata Navîn û cîhanê de dilîzin.

`Ruxmî komkujiyan jî Kurdan doza xwe parast`
20 sibat, 2021   13:22
QAMIŞLO

Di beşa duyemîn a komxebata Dîdara Nakokiyên Kurdî-Kurdî, Pirsgirêk û Çareserî de, lêkolîna ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) amade kiriye, hat xwendin.

Di vê beşê de, du semîner hatin dayîn, yek a endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif û ya din lêkolînerê siyasî yê Kurd Azad Elî ye. Di her du semîneran de rewşa siyasî û civakî hate nirxandin.

Di her du semîneran de, rewşa ku tevgera Kurdistanê tê re derbas bûye, xetereyên li dijî hebûna Kurdan, siyasetên dijminane û guhertina demografîk ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li dijî herêmên Kurdan pêk tên, hatin vegotin.

Her wiha axêveran behsa êrişên ku ji ber wê Kurd parçe bûne, kir ku ji lihevkirinên Qesrî Şîrîn dest pê kir. Axêveran, behsa pêwîstiya xwedîderketina li doza Kurd û rêgirtina li pêşiya komkujiyên li dijî Kurdan kir.

Axêveran destnîşan kir ku di sedsala 20`an de du mijarên girîng bi awayekî neyînî bandor li Kurdan kir; siyaseta Kurdan a li hemberî hev û bi aliyên din re, mijara din jî parçebûna ku rê neda îtîraf bi Kurdan bê kirin û doza wan çareser bibe.

Li gorî axêverên semînerê, siyasetên dewletên serdest, pêkanîna siyaseta ‘parçe bike, bi ser bikeve” li dijî gelan û lihevkirina dijminên Kurdan bi hêzên din re li dijî gelê Kurd, bû sedem ku doza kurdî bê çareserî bimîne.

Axêveran da xuyakirin ku di vê qonaxê de, Kurdan bi eşîrên li herêmê re yekbûnek pêk anî û guhertinên cidî li ser erdê çêbûn.

Di berdewama semînerê de axêveran piştrast kir ku di vê qonaxê de Kurdan piştî ku gelek qurbanî dan, veguherîn hêzeke zindî ku hesab jê re were kirin.

Di dawiya semînerê de, axêveran xuya kir ku Kurdan ruxmî komkujiyan û hewldanên qirkirinê, xwe û doza xwe parast û ji gelên herêmê re bûn çirûska ronahiyê. Niha jî rolekê di guhertina siyasetên li Rojhilata Navîn û cîhanê de dilîzin.

(şx-dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SVoMgx5USZw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>