Komxebata NRLS’ê didome

NRLS’ê di komxebata xwe ya îro de, lêkolîneke li ser dîroka nakokiyên kurdî pêşkêş kir.

Komxebata NRLS’ê didome
20 sibat, 2021   12:40
QAMIŞLO

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di komxebata xwe de ku di van kêliyan de li Qamişloyê li dar dikeve, lêkolîneke têkildarî dîroka nakokiya Kurdan pêşkêş kir ku ji 16 rûpelan pêk tê.

Di lêkolînê de, dîroka Kurdan ji dema hilweşandina Împaratoriya Medan ve û heta roja me ya îro û sedemên eşîrî, mezhebî û siyasî tên nirxandin ku ji ber ku Kurd her tim parçe bimînin.

Di lêkolînê de behsa fedakariyên mezin ên ku Kurdan di dirêjahiya dîrokê de li Rojhilata Navîn dane û parçebûna ku ji ber wê negihiştine armancê xwe, tê kirin.

Her wiha di lêkolînê de, dîroka têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hewldanên wê ji bo yekkirina têkoşîna Kurdan li tevahiya Kurdistanê bi berfirehî tê nirxandin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4QCDgW4bcrs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>