Saziya Olaf Tao, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek li dar xist

Saziya Olaf Tao a Suryan bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek bi dirûşma li dar xist û bang kir ku her pêkhateyek fêrî zimanê xwe bibe.

Saziya Olaf Tao, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek li dar xist
20 sibat, 2021   13:42
 QAMIŞLO

Li Qamişloyê Saziya Olaf Tao ya Suryan bi dirûşma “Ên ku zimanê xwe winda kiriye, xwe winda dikin” têkildarî dîroka zimanê suryanî û têkiliya di navbera wê û zimanê erebî de panelek li dar xist.

Di panelê de Destya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan û endamên komeleyên Suryan, Keldan û Asûr beşdar bûn.

Di destpêka panelê de hevserokê Saziya Olaf Tao Calînos Îsa got: “Em dê bi rêya biratiya gelan hemû zimanan ji windabûnê biparêzin.”

Îsa îşaret pê kir ku li gorî qanûnên UNESCO`yê ji bo parastina çand û dîroka xwe, ji mafê her zarokekî/ê ye ku di 3 salên pêşîn de fêrî zimanê dayikê bibe. Îsa xebatên ku ji bo parastina zimanê suryanî tên kirin û Saziya Olaf Tao silav kir ku mamosteyan amade dike da ku zimanê suryanî fêr bikin.

Her wiha Calînos Îsa di berdewama axaftina xwe de ev yek zelal kir: “Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû, me zanî ku rojek ji bo ziman heye. Rêveberiyê mafê her pêkhateyekê dayê ku zimanê xwe biparêze. Ji ber ku ji bo parastina mîras û dîroka gelan ew rêya tekane ye.” 

Mamosteyê Saziya Olaf Tao Îlî Fîlo jî axivî û behsa dîroka zimanê suryanî kir. Her wiha destnîşan kir ku zimanê suryanî beşek ji zimanê aramî ye. Îlî Fîlo got: “Di serdema xîlafeta Ebasî de li ser asta zimanê suryanî gelek xebat hatin kirin, nexasim di aliyê wergerê de. Bi belavbûna zimanê erebî re, suryaniya resen bi erebî re têkil bû û gelek zarava jê derketin.” 

Hevseroka Saziya Olaf Tao Jozfîn Somî jî behsa dîroka zimanî suryanî kir.

Saziya Olaf Tao girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Mamosteyan ji bo dayîna waneyên bi zimanê suryanî, digihîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/11f-d7Mh6Og" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>