Komxebata NRLS’ê li Qamişloyê dest pê kir

Komxebata “Dîdara nakokiyên kurdî-kurdî, pirsgirêk û çareserî” ku NRLS organîze dike, dest pê kir. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hiqûqnasên Kurd tev lê bûne.

Komxebata NRLS’ê li Qamişloyê dest pê kir
20 sibat, 2021   09:47
 QAMIŞLO

Îro li hola Efrîn a li Qamişloyê, komxebata “Dîdara nakokiyên kurdî-kurdî, pirsgirêk û çareserî” ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) organîze kiriye, dest pê kir. Gelek berpirsên partiyên siyasî yên Kurd, kesayetên Kurd, rewşenbîr û hiqûqnas beşdarî komxebatê bûne.

Di destpêka komxebatê de endamê NRLS`ê Rakan Şêxî axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Şêxî bal kişand ser rola dewletên dijberî doza kurdî ya hewldanên derxistina nakokiyên di navbera aliyên kurdî de û piştrast kir ku dijminên gelê Kurd bi derxistina nakokiyên di navbera partiyên siyasî de hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gel pêk bînin.

Şêxî wiha domand: “Em bi rêya vê komxebatê dixwazin van nakokiyan û rewşa Kurdan û Kurdisanê guftûgo bikin û bi rêya pêşkêşkirina nêrînên cuda, bigihêjin nêrîneke kurdî ya giştî û nîştimanî.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeoyekê tev li komxebatê dibe. Tê payîn ku komxebat li ser 3 beşan bidome.

Li gorî bernameya komxebatê, di beşa yekemîn de dê raporek der barê nakokiyên kurdî-kurdî de were pêşandan. Lêkolîneke giştî girêdayî destpêkirina wan nakokiyan ji serdema 20`emîn û heta îro were xwendin, nexasim li Bakur û Başûrê Kurdistanê. 

Di beşa duyemîn de dê rewşa siyasî, civakî û pêvajoya ku tevgera kurdistanî tê re derbas dibe, xetereyên li dijî hebûna Kurdan bi taybet siyasetên dijber û guhertina demografîk ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve li dijî herêmê tê kirin, werin nirxandin.

Tê payîn ku di beşa sêyemîn de jî pêşniyarên girêdayî çareseriyên stratejîk û nêrînên girêdayî pêşeroja doza kurdî di pêşerojê de, werin girtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Q1ngogzyFE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>