​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Dewleta Tirk xwe digihîne Somaliyayê û Biden rol dide Îranê

Xuyaye ku xwepêşendanên li Somaliyayê ji hêla hêzên ku li ser destê efserên Tirk li baregeha Terksomê ya li Mekadîşoyê hatine perwerdekirin, têne astengkirin. Enqere hewl dide xwepêşendanên gel ên li Somaliyayê bi hêzê rawestîne. Li aliyekî din rêveberiya Amerîkayê ji bo ku Îran vegere lihevkirina Nukleerî, rol daye wê.

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Dewleta Tirk xwe digihîne Somaliyayê û Biden rol dide Îranê
20 sibat, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro rojnameyên erebî behsa gelek mijaran kir, ji dosyaya Somaliyayê bigire heta dosyaya nukleerî ya Îranê û xwepêşendanên li Cezayirê.

`Hêzên taybet ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin, tiştên ku Somal ava kirine perçe dike`

Rojnameya El-Ereb di kar û barên Somaliyayê de wiha nivisî: “Xwepêşendan û şêniyên Mekadîşoyê gotin hêzên Firqeya Corcor a taybet ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, êrişî sivîlan kir û 2 xwepêşendan kuşt. Vê yekê atmosfera şerê navxweyî ya Somaliyayê vegerand û rê li pêşiya derbeyeke ewlehiyê vekir ku hêzên tundraw di serî de jî Tevgera Ciwanan, sûd jê bigirin."

Girêdayî mijarê xwepêşandêrekî got: “Wekî ku gelek hêz in êrişî me kir. min xwe li erdê dirêj kir. ev komkujî ye. Firqeya Corcor tev li êrişa li dijî xwepêşandêran dibe.”

Di navbera 4 hezar û 500 heta 5 hezar leşkerên hêzên Corcor li baregeha dewleta Tirk (Tirksom) a li Mekadîşoyê de li ser astên bilind hatin perwerdekirin. Dewleta Tirk çek û cebilxane ji wan re pêşkêş dike. li Mekadîşoyê, Tosemrîb û Beled Hawe bi cih dibin û Tirksom baregeha wan a sereke ye.

Li rex wê jî, ev hêz fermanên xwe ji serok Mihemed Abdullah ê ku bi navê Firmajo tê naskirin digire, her wiha ji efserên Tirk ên li baregehê jî telîmatên xwe werdigirin.

Opozîsyona Somaliyayê di Kanûna derbasbûyî de ji bo xeteriya kamyûnên cebilxanê ku ji ji yekîneyên taybet ên ku perwerde dike re dişîne hişyar kir.

Şahidekî destnîşan kir ku panzerên dewleta Tirk li kolanên paytexta Somaliyayê belav bûne.

Ceneral Ehemd Ebdullah Şêx ê ku di dirêjahiya 3 salan de heta 2019`an bûbû fermandarê hêzên taybet ên Danab ku li ser destê artêşa Amerîkayê perwerde dîtine, got: “Artêş parçe dibe û xuya ye ku gelek hêzan pabendiya xwe veguherandine qebîleyan.”

`Biden: Em ê li hemberî siyasetên Îranê yên li dijî ewlehiyê bisekinin`

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê dosyaya nukleerî ya Îranê û daxuyaniyên Rêveberiya Amerîkayê ya têkildarî heman mijarê de wiha nivisî: “Serokê Amerîkayê Joe Biden duh piştrast kir ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di mijara tevgerên Îranê yê li dijî “ewlehiyê” bi hêzên mezin ên li cîhanê re bide û bistîne.”

Biden di kongreya Munich Security ya ku li ser înternetê li dar ketiye de got: “Rêveberiya min amade ye tev li dan û standinên girêdayî bernameya nukleerî ya Îranê bi Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bibe.”

Li gorî AFP`ê Biden wiha domand: “Divê em bi tevgerên Îranê yên li dijî ewlehiya Rojhilata Navîn re mijul bibin. Em dê bi şirîkên xwe yên ewropî û yên din re kar bikin da ku pêş de biçin.“

Li aliyekî din berdevka Koşka Spî Jen Sakî piştrast kir ku Washington beriya ku Îran tev li dan û standinên bernameya nukleerî bi Ewropayê re nebe, plan nake ku cezayan li ser rake.

Bersiva Îranê jî sar bû, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewadzarîf “paşdeçûna” Îranê bi rakirina cezayên Amerîkayê re girê da.

`Gelo betalkirina parlamentoya Cezayirê dê mîrasa Bûteflîqa ji holê rake?`

Rojnameya El-Beyan behsa xwepêşendanên li Cezayirê kir ku hemwextî salvegera duyemîn a dûrxistina serokê berê Ebdulezîz Bû Teflîqe ji serokatiya welêt li dar dikevin û wiha nivisî: “Hemwextî salvegera duyemîn a xwepêşendanan, serokê Cezayirê Ebdulmecîd Tebûn gelek biryarên girîng dan, jê betalkirina parlamentoyê, lidarxistina hilbijartinên pêşwext û destnîşan kir ku dê guhertineke din di hikumetê de çêke û 20 çalakvanên girtî serbest berde yan jî efû bike.

Çavdêrên rewşa Cezayirê diyar kirin ku ev biyar wek hewldanekê ji bo têkbirina hewldanîn siyasetkirina xwepêşendanan hatin girtin. lê hinek din jî piştrast dikin ku hewldanek ji bo jiholêrakirina mîrasa Bûteflîqa ye. Nexasim ku di parlamentoyê de, hinek parlamenterên girêdayî hevalbendiya serokatiyê (Partiya Cebhet El-Tehîrî û Partiya Kombûna Demokratîk) hene û opozîsyon hatiye dûrxistin.”

(şx)