ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2021
20 sibat, 2021   00:00

-Zanîngeha Kobanê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyekê li ber avahiya xwe dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî nakokiyên kurdî-kurdî komxebatekê li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mirî Cemîl El-Abdullah (Ûdey Til Hemîs) li goristana Şehîdan a navçeyê vedişêrin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Qamişloyê Ciwan Mistefa diyar kir ku dosyaya girêdayî doza ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li dijî televîzyona Rûdawê rakirine dadgehê û tê payîn ku di demeke nêz de dadgeh biryara wê bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gotin, bersiva herî guncaw a li hemberî van êrişan mayîn û parastina axê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelek zimanên ku rastî xetereya windabûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin, bi saya Rêveberiya Xweser êdî têne vejandin û parastin. Êdî her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer xwepêşandanên gel ên li Iraqê yên li dijî dewleta Tirk bi destpêkeke baş bi nav kir û got "Heke hêzên erebî û kurdî piştgirî danê, wê bibe derbeyek ji plan û hebûna dewleta Tirk re." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê, komxebatekê li ser Peymana CEDAW li navenda Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a li taxa Umran a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rewşenbîrên ji Rojava hinek partiyên ku hewl didin pêşî li hewldanên yekitiya Kurdan bigirin, şermezar kirin. Her wiha bang kir ku berjewendiyên partiyetî yên teng bidin aliyekî û ji bo berjewendiya giştî ya gelê Kurd kar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbic û gundewarê wê Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê ya Sêyemîn li dar dixe, mîhrîcan dê du rojan dewam bike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA