Hêzên Ewlekariya Hundirîn qatilê Şehed a zarok girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan qatilê Şehed Hatim El-Hac a zarok li bajarê Reqayê girt û diyar kir ku piştî lêpirsînê bi dawî bibe dê hûrguliyên sûcê eşkere bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qatilê Şehed a zarok girt
19 sibat, 2021   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li ser medyaya civakî nûçeyên sûcê qetilkirina zaroka bi navê Şehed Hatim El-Hac belav bibûn, derbarê vî sûcê de agahiyên ne rast hatibûn parvekirin ku li ser kuştin û fitneyê teşwîq dikin. Piştî derbasbûna 24 saetan li ser revandina zarok, hêzên me yên di têkoşîna li dijî sûcan de qatil girt. Lêpirsîn berdewam e, piştî bi dawî bibe em ê encamên wê ji raya giştî re parve bikin û sûcdar sewqî dadgehê bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Reqaya tevî hemû astengiyan parastina şêniyan û mîsogerkirina maf û milkên wan didomînin. Em soza ya pêkanîna ewlehî û aramiya herêmên me dûbare dikin."

ANHA