Li kampeke çeteyan teqîn: Serçeteyekî Sultan Mûrad hate kuştin, birîndar jî hene

Li hundirê kampa Til El-Hewa ya çeteyên Sultan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk a li gundewarê bajarokê Raî teqînek çêbû. Li gorî encamên destpêkê serçeteyek kuştin û hejmarek din birîndar bûne.

Li kampeke çeteyan teqîn: Serçeteyekî Sultan Mûrad hate kuştin, birîndar jî hene
19 sibat, 2021   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî leşkerî, heta niha sedema teqînê nayê zanîn. Lê hin çavkaniyên din jî ragihandin ku sedema teqînê ew e ku yekî xwe li hundirê navenda ku seçete lê bû teqandiye.

SOHR`ê di 16`ê Sibatê de ragihandibû ku li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê mayînek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirin, teqiya û di encamê de kesek bi giranî birîndar bûbû.

(eh)