HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) panelek li bajarê Qamişlo li dar xist û tê de pêşketina zimanê kurdî û awayê parastina wê gotobêj kirin.

HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist
HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist
HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist
HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist
HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist
HRRK`ê bi boneya 21`ê Sibatê panelek li dar xist
19 sibat, 2021   19:45
QAMIŞLO

Rewşenbîr  û nivîskarên ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî panelê bûn û nîqaşa tîpên zimanê kurdî, awayê pêşxistina zimanê kurdî û çawaniya parastina zimanê kurdî kirin.

Panel ji aliyê nivîskarê Kurd Konê Reş, rexnegir Xalis Misewer, nivîskar Osman Ehmed, şarezayê zimanê kurdî Berzo Mehmûd, mamosteyê zimanê kurdî Deham Ebdulfetah û Endamê Yekitiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Huseynî ve hate birêvebirin.

Mijara yekemîn a panelê ya der barê tîpên zimanê kurdî de ji aliyê Berzo Mehmûd ve hate şîrovekirin. Berzo Mehmûd got:"Tîpên zimanê kurdî di dewlemendiya zimanê kurdî de roleke pirr girîng lîst, di heman demê de bandor li saykolojiya mirovan jî kir." Her wiha banga naskirina zaravayên kurdî kir ku di nava tevahiya gelê Kurd de werin naskirin."

Paşê nivîskar Konê Reş jî axivî û îşaret bi bikaranîna tîpên latînî di nivîsandina bi zimanê kurdî de kir ku ji bo ku derbirîna vî zimanê baştirîn tîp in.

Di mijara duyemîn jî de behsa awayê pêşxistina zimanê kurdî hate kirin û Berzo Mehmûd îşaret bi girîngiya yekkirina têgehên zimanê kurdî kir. Xalis Misewer jî bal kişand ser avakirina kombûneke zimanî ya zimanê kurdî kir ku di nava rêzimanên zimanê kurdî de neyê wenda kirin.

Têkildarî mijarê Konê Reş got: "Em gelê Kurd hîn jî negihaştine mafên xwe û di qonaxa têkoşîn û berxwedanê de ne, lê tevî vê yekê li Rojavayê Kurdistanê heta astekê zimanê kurdî baş pêşketiye û ji bo zindîkirin û pêşketina wê divê hîn jî kar û xebat were kirin."

Di mijara sêyemîn de ji awayê parastina zimanê kurdî hate şîrovekirin. Nivîskar Deham Ebdulfetah axivî û got:"Hemû gel bi rêya zimanê xwe nasnameya xwe nas dike, ji lew ra gelê Kurd bi giştî û partiyên siyasî bi taybet di axaftin, civînên xwe û dan û standina xwe bi zimanê kurdî axivîne û bi vê yekê hewldana parastina ziman kirine."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe gotin. Hate gotin, pêwîste di mal û dibistanê de bi zimanê kurdî were axaftin, di saziyên xizmetguzariyê de bi zimanê kurdî were axaftin û nivîsandin, xwendina pirtûkên kurdî.

(eh)

ANHA