Îsraîl: DYA rê li ber vedike ku Îran çekên nukleerî çêke

Îsraîlê îdia kir ku DYA alîkariya Îranê di pêşxistina çekên nukleerî dike.

Îsraîl: DYA rê li ber vedike ku Îran çekên nukleerî çêke
19 sibat, 2021   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku Îsraîl hîna bi biryar e ku derfetê nede Îranê da ku çekên nukleerî hilberîne û helwesta wê ya li dijî lihevkirina nukleerî neguheriye.

Her wiha nivîsgehê diyar kir ku Îsraîl texmîn dike ku heke li lihevkirina berê vegere dê rêya Îranê ji bo çekên nukleerî veke û pêwendiya Îsraîlê bi DYA`yê re di vê derbarê de xurt e.

Derokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu plana xebatê ya sala 2015`an ku bi navê hevpeymana Îranê tê naskirin, red dike. Ew hevpeyman di navbera Tehran û 6 hêzên din (DYA, Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya û Çîn) de hatiye çêkirin.

(bx)