Hewldaneke çeteyan a dagirkirinê têk çû: kuştî û birîndarên wan çêbûn

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku dema komeke çete hewl dida mezreyeke li bakur rojavayê Til Temirê dagir bikin, mayînek bi wan ve teqiyaye û di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûne. Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî wê yekê dagirkeriya Tirk derdorê baregeha Rûsya û gundê El-Derdare topbaran kir.

Hewldaneke çeteyan a dagirkirinê têk çû: kuştî û birîndarên wan çêbûn
19 sibat, 2021   14:02
HESEKÊ

Çavkaniyên leşkerî yên xwedî agahî ji ANHA`yê re ragihandin ku komeke çeteyên dewleta Tirk di saet derdorê 13:00`an piştî nîvro de hewl dan mezreyeke di navbera gundê El-Derdare ya li bakur rojavayê Til Temirê û nuqteya Çêlekan de ye ku hêzên Rûsya lê bi cih dibin, dagir bikin.

Di dema hewldana çeteyan de mayînek bi wan ve teqiya. Çavkaniyên leşkerî piştrast kirin ku di encamê de 3 çete hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûne.

Piştî hewldana çeteyan a binkeftî, hêzên Rûsya wekî navbeykar destwerdan kirin da ku rê bidin dagirkeriya Tirk ku cenazeyên çeteyên xwe ji herêmê bibe.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker cenazeyên her sê çeteyan birin, gundê El-Derdare yê li bakur rojavayê Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê û derdorê baregeha Rûsyayê topbaran kir.

(cx)

ANHA