Artêşa Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên Xezayê di bin avê de hiştin

Artêşa Îsraîlê îro bendavên li ser sînorê bi Xezayê re vekirin û bi sedan donimên çandiniyê yên rojhilatê Xezayê di bin avê de hiştin. Di encamê de zirareke mezin gihaşt cotkaran.

Artêşa Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên Xezayê di bin avê de hiştin
19 sibat, 2021   13:13
XEZA

Ajansa fermî ya Filıstînê ragihand ku artêşa Îsraîlê bendavên li rojhilatê Xezayê vekirin û di encamê de bi sedan donim ji zeviyên çandiniyê yên rojhilatê taxa El-Zeytûn û El-Şûcaiyê yên rojhilatê Xezayê û bi dehan donim li rojhilatê bajarokê Beyt Hanûn ê rojhilatê Xezayê, di bin avê de man.

Nûçegihanê me yê Xezayê ragihand ku di encama wê de zirareke mezin gihaşt cotkaran û berhemên wan telef bûn.

Li gorî cotkaran, artêşa Îsraîlê di demsala zivistanê de bendavan vedike da ku zeviyên welatiyan û mal û milkên wan di bin avê de bimînin.

Ev cara duyemîn e di vê hefteyê de ku artêşa Îsraîlê bendavan vedike. Duh jî artêşê zêdetirî 500 donimên li rojhilatê Xezayê di bin avê de hiştibûn.

Cotkaran diyar kir ku artêşa Îsraîlê bendavên li ser sînor wek alaveke cezakirinê li hemberî wan bi kar tîne.

(bx)

ANHA