'Rêber Abdullah Ocalan banga biratiya gelan û azadiya mirovan dike'

Hin şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê got, rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî siyasî ye û banga azadiya mirovan û biratiya gelan dike. Şêniyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

'Rêber Abdullah Ocalan banga biratiya gelan û azadiya mirovan dike'
19 sibat, 2021   12:31
DÊRAZORÊ

Têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal di ser re derbas bûn, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bilind dibe.

Hevserokê Meclisa Gel a Bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Salih El-Selman got, di warê mafên mirovan de cîhan bi giştî di nava gendeliyekê de ye û  komployên navneteweyî yên li dijî kesên azadîxwaze û wekhevîxwaz hene, ji lew ra rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin.

ꞌRÊBER ABDULLAH OCALAN TÊKOŞEREKÎ SIYASÎ YEꞌ

Salih El-Selman da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan têkoşerekî siyasî, demokrat û azad e û ev yek li gotinên xwe zêde kirin:"Ji bo azadiya mirovan û biratiya gelan û yekitiya pêkhateyan tê koşiya, sîstema desthilat û emperyal fikirê rêbertî wekî gefên li ser berjewendiyên xwe dît, ji lew ra dewleta Tirk bi hevkariya hêzên cîhanî yên kapîtalîst re komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anîn û ew dîl girtin, di heman demê de istixbaratên xwe jî tehrîk kir ku zextê li cîhanê bike û berjewendiyên xwe yên berfireh misoger bike."

Salih El-Selman got, NY`yê û civaka navnetweyî berpirsên berdewamkirina dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan e û bang li civaka navneteweyî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo serbestberdana rêber Abdullah Ocalan kar û xebatê bikin. El-Selman got, rêber Abdullah Ocalan banga azadiyê, demokratiyê, biratiyê û wekheviya gelan dike.

Hevserokê Gerînendeya Çandiniyê ya Hecînê yê Dêrazorê Cindî El-Timê jî axivî û di destpêka axaftina xwe de gotina rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist ku dibêje: "Ger hûn dûrî dozên gelan bimînin hûn ê nebin xwediyên rihê mezin."

Cindî El-Timê di berdewamiya axaftina xwe de got:"15`ê Sibata 1999`an salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bû ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya dewletên zilhêz hatibû plankirin da doza kurdî, rêbertî û fikirê wî têk bibin, ji ber ku dewletên desthilat ramanê rêbertî wekî gefekê li ser hebûna xwe dibîne, bi taybet ku rêber Abdullah Ocalan banga biratiya gelan dike."

Cindî El-Timê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji girtina rêber Abdullah Ocalan ew e ku hîn zêdetir erdê Sûriyê dagir bike û ev yek bi rêya peymana Adana û îtîrafa ku Lîwaa Îskenderon erdê Tirkiyê ye û bi buhaneya parastina sîronê xwe yê Sûriyê re mafê destwerdana 5 km ji erdê Sûriyê stand.

Salih El-Timê di dawiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navneteweyî ya têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, gelê herêmê fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh girtiye.

(eh)

ANHA