​​​​​​​HPG`ê 17`ê Sibatê li dijî dagirkeran çalakî kir: Gelek leşker hatin cezakirin

HPG`ê ragihand ku hêzên wan di 17'ê Sibatê de li dijî leşkerên Tirk ên li Tûgaya Çelê ya Colemgêrê dane û di encamê de gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin.

​​​​​​​HPG`ê 17`ê Sibatê li dijî dagirkeran çalakî kir: Gelek leşker hatin cezakirin
19 sibat, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke niviskî da.

HPG'ê ev agahî par ve kirin:

''18'ê Sibatê saet 15:00'an li dijî Tûgaya li Çelê ya Colemergê ya artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakî kirine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rokêtên hawanan li dagirkerên li Tûgaya Çelê dane. Di encama çalakiyê de ji dagirkeran çend hatine cezakirin û çend birîndar bûne zelal nebûye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Qadên Parastinê yên Medyayê ji hêla balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombekirin. Bombebaranên ku hatine kirin wiha ne;

16'ê Sibatê saet 15:10'an geliyê Konferansê yê bi ser herêma Avaşînê ve hatiye bombekirin.

16'ê Sibatê saet di navbeyna 14:20 û 15:40'î de bejahiya Amediyê ya Duhokê bi balafirên şer hatiye bomekirin.

18'ê  Sibatê saet 14:30'an Girê Colemergê yê herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.

18`ê Sibatê saet 15:30'an geliyê Konferansê yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşên hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me."

(cx)