James Jeffrey: Dê têkiliyên Tirkiye bi DYA re ne wekî berê bin

James Jeffrey got ku di serdema Trump de têkiliyên Tirkiye bi DYA`yê re xweş bûn lê êdî dewir guheriye û dê têkiliyên Tirkiye û DYA ne wekî berê bin. Her wiha diyar kir ku têkiliyên Tirkiyê bi Rûsyayê re ne geş û xweş in.

James Jeffrey: Dê têkiliyên Tirkiye bi DYA re ne wekî berê bin
19 sibat, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên Fikrî yên li Washingtonê li Wilson Centerê panelek li dar xistin. Di panelê de mijara S-400 û qeyrana Sûriyeyê hate axaftin.

Yek ji kesên beşdarî panelê bû Nûnerê Sûriyeyê yê Washingtonê James Jeffrey bû. Jaffrey, têkildarî têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA de piştî hatina Biden axivî.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya MA’yê, Jeffrey anî ziman ku heta Tirkiye di mijara S-400’an de ji helwesta xwe tawîzên hişk nede wê têkiliyên DYA û Tirkiye ne baş bin û wiha got: “Trump ji Erdogan hez dikir. Lê di serdema nû de dê ne wisa be. Ev jî pirsgirêkek cidî ye. Dê têkiliyên Tirkiye û Rûsya jî ne geş û xweş bin.”

Jeffrey, anî ziman ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ne xweş in û wiha got: “Têkiliyên wan tev li hev in. Rûsya li Idlib, Lîbya û Qerebaxê ji ber Tirkiyeyê gav paşve avêt.”

Jeffrey, da zanîn ku êdî dewir guherî û dê têkiliyên Tirkiye û DYA ne wekî berê bin. Ji 2000’an heta 10 salên ewil Serokomar Erdogan bê pirsgirêk pêş diket. Pê piştî 10 salên dawî bêtir bi welatên rojava re ket nava pevçûnê. Tirkiye hin caran li hemberî me û hin caran li gel me bû. Ev dibe sedema pirsgirêkan. Pirsgirêka S-400’an qeyranek serbixwe ye. Piştî Tirkiye ji Rûsya fuzeyên S-400 stendin, bandorek xerab li ser têkiliyên Tirkiye û DYA kir. Divê Tirkiye li dijî Rûsya û S-400’an helwestên hişk nîşan bide. Heta ku tawîzan nede, dê têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA de erênî pêş nekeve.”

(cx)