Cara yekê ye li Dêrikê kartol tên çandin

Komîteya Aborî ya Jinan a Dêrikê li 5 hektar erd kartol çandin. Ev cara yekemîn e ku kartol li herêmê tên çandin. Berpirsên projeyê diyar kirin ku heke projeya çandina kartolan bi ser keve, dê rûbera wê fireh bikin.

Cara yekê ye li Dêrikê kartol tên çandin
Cara yekê ye li Dêrikê kartol tên çandin
Cara yekê ye li Dêrikê kartol tên çandin
19 sibat, 2021   10:56
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Dêrik ji aliyê çandiniyê ve herêmeke ewle ye û rêjeya salane ya barîna baranê jî 300 milîmtre derbas dike. Xwedî axekî ji cureya Grumosol e. Ji ber wê di şiliyê de mezeloqî ye (zeliqoyî), di zuhabûnê de hişk dibe. dema tê avdan fireh dibe û di zuhabûnê de dişike.

Ji lew re cotkarên herêmê neçar dimînin hilberînan biguherin ku ne li gorî cureya vê axê bin û zirarê bibînin.

Di çarçoveya projeyên aborî ku jin çavdêriya wê dike û ji bingeha pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û teşwîqkirina şêniyan ku sebzeyan biçînin, Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Dêrikê, dest bi çandina 32 hiktaran bi hilberînên cuda kir. Jê hilberîna kartol, a ku cara yekemîn e li herêmê tê çandin.

Ji bo wê komîteyê 32 hektar li gundên Mele Mirzî yê herêma Berava û Gir Kendal ê li herêma Koçerat ên navçeya Dêrikê ji bo vê projeyê veqetand.

Di vê projeyê de dê baqil, sîr, bezalya, pîvaz û katrol bi rûbera 5 hiktarî bên çandin.

Her wiha di vê projeyê de 3 malbat jî nobetdariya wê dikin û av didin. Dê para wan ji hilberînê bi rêjeya ji sedî 35 be.

Li rex wê jî dê derfetên kar ji bo 100 jinan re peyda bike ku dê demên cuda de li gorî pêvajoyên çandinê kar bikin.

Der barê mijarê de Eyde Ewad berpirseke projeyê têkildarî mijare wiha axivî: “Dema ku min li parêzgehên Sûriyê di nava zeviyan de kar dikir, ez fêrî çandina sebzeyên havînê û zivistanê bûm.

Li gorî berpirsên projeyê heke proje bi ser keve dê rûber çandina kartolan fireh bikin. ew jî dê rolek di teşwîqkirina cotkaran ku kartolan biçînin ku bawer nakin ev hilberîn li herêmê bi ser keve.

Hemîde Şawîş ku berpirsa projeyê ye jî wiha xuya kir: “Komîteya Aborî ya Jinan a Dêrikê girêdayî Aboriya Jinan a kantona Qamişloyê ye. Komîteyê bi armanca peydakirina derfetên kar ji jinan re 32 hektar zevî ji bo mewsimên havîn û zivistanê veqetand.”

Hemîde îşaret pê kir ku ji bo peydakirina pêwîstiyên herêmê ji sebzeyan û rêgirtina li pêşiya keysbaziya bazirganan, dê di havîn û zivistanê de sebzeyan di wê rûberê de biçînin.

(şx)

 

ANHA