Hikumeta Şamê sewqiyetên leşkerî li derdora Babê bi cih dikin

Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyetên mezin li derdora bajarê Babê bi cih kirin.

Hikumeta Şamê sewqiyetên leşkerî li derdora Babê bi cih dikin
18 sibat, 2021   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di sê rojên borî de, hêzên hikumeta Şamê sewqiyetên leşkerî yên mezin li derdora başûrê bajarê Babê yê rojhilatê bajarê Helebê bi cih kirin.

Sewqiyet ji komên "Feyleq 5" a ku desteka xwe ji Rûsya digire, komên leşkerî yên girêdayî Furqeya 25 "Hêzên Nimir" a bi serkêşiya Suhêl El-Hesen pêk dihat û gihiştin gundê Iwêşa yê başûrê bajarê Babê.

Li gorî raporên berê hatibûn weşandin, hêzên hikumeta Şamê amadekariyên operasyoneke leşkerî li bajarê Babê dike, lê çavkaniyên fermî ev yek piştrast nekirine.