Çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ 79 roj in didome

Çalakiya Şengaliyan li dijî peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û ji bo piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê 79 roj in dewam dike.

Çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ 79 roj in didome
18 sibat, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de bi armaca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 79’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

(cx)