Siyasetmedar: Dewleta Tirk piştî lihevkirinên bi Rûsya re êriş dike

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Efrînê got êrişên dewleta Tirk li ser Şehbayê piştî lihevkirinên aborî û siyasî yên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, pêk hatin.

Siyasetmedar: Dewleta Tirk piştî lihevkirinên bi Rûsya re êriş dike
18 sibat, 2021   08:42
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin bi taybet li ser kantona Şehbayê û sivîlan dikin armanc û civaka navneteweyî bê deng e.

Di vê derbarê de ji rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê Yasir Ehmed ji ANHA`yê re axivî. Yasir Ehmed got dewleta Rûsya şewqa kesk dide dewleta Tirk ku êrişî kurdan bike.

/ar/uploads/files/2021/02/18/080804_yasr-alahmd-5b1600x12005d.webp

Yasir Ehmed diyar kir ku armanca wan herêmê vegerînin beriya 2011`an a di dema serweriya hikûmeta Şamê de û careke din siyaseta xwe ya berê li ser hemû pêkhateyan ferz bikin.

 ‘RÛSYA DERFETÊ LI PÊŞIYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK VEDIKE‘

Yasir Ehmed bi van gotinan axaftina xwe domand: "Rûsya baş zane ku siyaseteke nû ya demokratîk heye û di nava gelan de belav bûye. Ji ber wê jî dixwaze pêkhateyên Sûriyê tune bike. Astengiyan li pêşiya vê demokrasiya ku ber bi başbûnê ve bibe, datîne. Ev yek jî bi rêya lihevkirinên bi dewleta Tirk re tê kirin."

Yasir Ehmed destnîşan kir ku ew lihevkirin îsbat dike ku peymanên siyasî û aborî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de hene, ji ber wê jî Rûsya derfetê dide dewleta Tirk û êrişên li ser xaka Sûriyê ku bûye qada sefqeyên bazirganî û aborî.

 ‘RÛSYA GIRÎNGIYÊ NADE GELÊ SÛRÎ .. PEYMANÊN XWE GIRÎNGTIR DIBÎNE‘

Yasir Ehmed destnîşan kir ku Rûsya tu girîngiyê nade gelê Sûriyê û siyaseta guhartinên ya ku Sûriyê ber bi başbûnê ve bibe.  Lê belê tişta ku ji bo xwe girîng dibîne, temamkirina peymanên xwe ye.

Yasir Ehmed di dawiyê de siyaseta Rûsyayê rexne kir û got ew peymanên xwe di ser mirovan de digirin. Siyasetên Rûsya dijberî îdolojiya wê ne, ji ber Rûsya bi komînîstê dihat nasîn ku ew jî sembola mirovahî û şaristaniya civakê ye.

 ‘PAŞGUHBÛYÎBA CIVAKA NAVNETEWEYΑ

Her wiha endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ismet Xelîl jî civaka navneteweyî rexne kir ku erka xwe ya mirovî der barê gelan de bi taybet gelê kurd de pêk nayne.

Ismet Xelîl civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan rexne kir û da zanîn ku ew erka xwe li beramberî gelê kurd ku bi hezeran şehîdan dane pêk nayene û got çima civaka navneteweyî erka xwe ya mirovî li beramberî kurd û mirovahiyê pêk nayne.?

/ar/uploads/files/2021/02/18/080754_asmt-khlyl-5b1600x12005d.webp

Ismet Xelîl destnîşan kir ku ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve Ii ser Efrînê û heta niha êriş nesekinî ne, rojane êrişan pêk tînin, komkujiyan dikin û ji wan komkujiya ku 2019`an de di encama wê de 8 zarok û 2 kalepîr şehîd bûn.

‘DERXISTINA RÛ Û WÊNEYÊN BEROVAJÎ ‘

Ismet Xelîl bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: "Dijmin her tim dixwaze rûyê gelê kurd reş bike û wêneyekî berovajî li ser wê derxe. Her tim dixwaze li pêşiya civaka navneteweyî gotinan li ser kurdan bike, da ku nehêle civaka navneteweyî erka xwe ya mirovî li beramberî kurdan pêk bîne."

Ismet Xelîl diyar kir ku her kes hişyar bûye, gelên herêmê hişyar bûne û wateya siyaseta dewleta Tirk baş nas dikin, cîhan jî vê siyasetê paşguh dike, ji ber berjewendiyên wan girêdayî hev in.

‘DIVÊ KOMÎTEYEKE LÊPRISÎNA RASTIYAN WERE AVAKIRIN’

Ismet Ehmed di axaftina xwe de got hemû rewşenbîr û siyasetmedarên kurd dengê xwe gihandin civaka navneteweyî lê erka xwe li hemberî wan pêk neanî û ev cihê rexneyê ye.

Ismet Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li xwe vegerin û komîteyeke lêpirsînê ava bikin da ku sûcên dewleta Tirk eşkere bikin. Ma heta kengî dê êrişî sivîlan bikin.?"

(bx)

ANHA