Kesên nenas nobedarekî mecliseke sivîl a Hecînê kuşt

Kesên nenas nobedarekî avahiya Meclisa El-West a bajarokê Hecînê yê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuşt.

Kesên nenas nobedarekî mecliseke sivîl a Hecînê kuşt
18 sibat, 2021   08:44
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, kesên nenas duh bi şev li ser motorsîklêtekê gule li ciwanê bi navê Sabit El-Dexîl (27) barandin. Di encamê de Sabit li pêşiya avahiya meclisa El-West jiyana xwe ji dest da.

Sabit El-Dexîl ji şêniyên bajarokê Hecînê ye û li avahiya meclisa El-West nobedarî dikir.

Şaneyên DAIŞ`ê piştî ku li Dêrazorê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve htin têkbirin, li gundewarên Dêrazorê çalak bûne û sivîlan dikujin. Her wiha rûspiyên êlên Ereb jî dikin hedef.

(şx)

ANHA