Li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê çalakiyên greva birçîbûnê didomin

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, li 107 girtîgehan di roja 84’emîn de berdewam dike.

Li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê çalakiyên greva birçîbûnê didomin
18 sibat, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 84’emîn de ji aliyê koma 17’emîn ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 63’yemîn de ye.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û piştgiriyîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 46’emîn de dewam dike.

(cx)