Rojnameyên erebî: Peywendiyên veşartî yên Îsraîl-Rûsyayê têkildarî Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî dosyaya Sûriyê, navbeynkariya Rûsya-Îsraîlê di dozeke mirovî de, hevkariya sêalî ya Ereban û dosyaya Îranê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Peywendiyên veşartî yên Îsraîl-Rûsyayê têkildarî Sûriyê
17 sibat, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎL BI VEŞARTÎ DOZEKE GIRÊDAYÎ SÛRIYÊ NÎQAŞ DIKE Û RÛSYA TÊ DE NAVBEYNKAR E’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de behsa hevkariya Til Evîv û Moskovê der barê dozeke mirovî ya girêdayî Sûriyê de kir û wiha got: “Duh êvarê (sêşemê), hikumeta Îsraîlê di rûniştineke ewlehiyê ya awarte de "dozeke mirovî" ya girêdayî Sûriyê ku berê jî Til Evîvê û Moskovê li ser nîqaş kiribû, nîqaş kir.”

Rojnameyê destnîşan kir ku civîn nêzî saetekê bi rêya dîmenan dewam kiriye û çavdêriya leşkerî diyar kir ku Îsraîl û Rûsyayê alîkarîdayîna Sûriyê di dozeke mirovî de nîqaş kiriye.

Beriya wê jî nûçegihanekê Îsraîlê gotibû civîna lezgîn ku ne plankirî bû, dozeke mirovî ya girêdayî Sûriyê nîqaş kiriye.

Îsraîlê di rojên dawîn de şêwirên bi Rûsyayê re zêde kiribûn û hate gotin ku Til Evîv ji bo vê dozê alîkarî ji Rûsyayê xwestiye.”

‘TÊ PAYÎN KU ENIYEKE HEVBEŞ A MISIR-URDUN-IRAQÊ BÊ AVAKIRIN’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa avakirina eniyeke hevbeş a 3 welatên Ereban kir û destnîşan kir ku tevgereke dîplomatîk a berz ji aliyê fermandariyên her sê welatan (Urdun, Iraq, Misir) ve heye û wiha dewam kir: “Her wiha xuya ye ku xwesteka wan a koordîneyê di aliyê aborî û siyasî de heye. Daxuyaniyên wan ên ji beriya çend salan ve jî vê yekê nîşan didin.

Şîrovekarên Urdunê piştrast dikin ku dê di hefteyên bê de ji bo nîqaşkirina dosyaya aborî gelek civîn û tevger çêbin û dibêjin ku ev enî anku bloka hevbeş ne tenê di aliyê aborî de ye, lê aliyê wê yê siyasî jî heye û dê ew her sê welat roleke girîng di herêmê de bilîzin.”

MOŞEKÊN MILÎSÊN ŞÎE JI BO HÊZA RÊVEBERIYA BIDEN EZMÛNEK E

Rojnameya El-Ereb jî bi nivîsekê behsa êrişa bi moşekan a li dijî hêzên Amerîkayê li Başûrê Kurdistanê kir û wiha nivîsî: “Îran ku şerekî serweriyê yê eşkere li Iraqê dimeşîne û mîlîsên girêdayî wê bi awayekî eşkere dijminahiya xwe ji hêzên Amerîkayê yên li Iraqê re nîşan didin û soza ‘qewitandina’ wan bi hemû rêbaz û derfetan dide, xuya ye ku berî her kesî berjewendiyên wê di tengavkirina hêzên Amerîka yên li Herêma Kurdistanê de hene û hewl dide Iraq nebe navendeke ewle ya hêzên Amerîkayê ku ji gelek baregehên li deverên cuda yên Iraqê vekişiyabûn.

Di êrişa bi moşekan a li dijî balafirgeha Hewlêrê de, Îran û komên alîgirên wê yên li Iraqê hatin tawanbarkirin. Ji ber ku Îran naxwaze ku hêzeke din a Amerîkayê li herêmê bi cih bibe.

Sêşemê, komeke ku navê “Seraya Ewliyaa El-Dem” li xwe dike êrişa Hewlêrê girt ser xwe. Li gorî daneyên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ya bi serkêşiya Amerîkayê, di êrişê de kesek hatiye kuştin û 9 kesên din ku yek ji wan leşkerekî Amerîkayê ye, birîndar bûne.”

 (cx)