‘Çîroka Koçberekî’ fîlmeke sînemayê ya nû

Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê li ser fîlmeke sînemayê ya nû ya bi navê "Çîroka Koçberekî" dixebite û tê payîn ku dê di demeke nêz de li kantona Şehbayê were pêşandan.

‘Çîroka Koçberekî’ fîlmeke sînemayê ya nû
17 sibat, 2021   08:17
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê xebata li ser fîlma bi navê "Çîroka Koçberekî" berdewam dike. Her wiha nivîskar û derhênerê çîrokê, endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Abdulezîz El-Kosa ye. Çîroka fîlmê ji rastiya biêş a ku bi ser gelê Sûriyê de hatiye, bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê li dijî wan ên di van demên dawîn de, pêk tê.

Abdulezîz El-Kosa got fîlma Çîroka Koçberekî ku ji du beşên bingehîn pêk tê, beşa yekemîn bi navê "Dara Payîzê" ye ku tê de çîroka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li dijî wan ên di gelek demsalan de ku jiyana wan ser û binî hev kit, tê vegotin.

Girêdayî beşa duyemîn jî El-Kosa got: "Sernavê duyemîn "Nobetdarê Goristanê" ye. Tê de nobetdar çîroka xwe ji gorê re vedibêje. Di nivîsê de mirî bi hev re nîqaş dikin, li malbatên xwe û sedema neserdana wan ji gorê re ji salan ve dipirsin. Nobetdar hewl dide vê yekê ji hevalên xwe re bibêje, lê tu kes jê bawer nake û wî bi dîtina xeyalan tawanbar dikin."

El-Kosa di dawiyê de diyar kir ku peyam ji vê fîlmê ew e ku jiyana koçberî, penabertî û zilma ku gel dîtiye nîşan bidin û bang li kesên koçberî derveyî welat bûne dike da ku li welatê xwe vegerin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4OtYcGg3Ib4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>