Yezenê 13 salî şahidê hovîtiya dagirkeriya Tirk e 

Zarokê bi navê Yezen Mihemed Elî yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê wî yê girêdayî navçeya Til Temirê birîndar bûye de, metirsiyên xwe ji hebûna dagirkeriyê li herêmê eşkere kirin û hêvî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derkeve, da ku xwendina xwe temam bike.

Yezenê 13 salî şahidê hovîtiya dagirkeriya Tirk e 
17 sibat, 2021   07:12
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di dawiya 2019’an de, hewl da sûcên xwe yên li dijî sivîl û zarokan veşêrin. Ew jî bi rêya propagandayê ya bi alîkariya sivîlên li herêmên dagirkirî û mijûlkirina raya giştî li ser sûcên çeteyên xwe, pêk hatin.

Zarokê bi navê Mihemed Hemîd (13) para xwe ji sûcên dagirkeran girt. Bedena Mihemed Hemîd di encama bikaranîna dewleta Tirk a dagirker a çekên kîmawî li Serêkaniyê de şewitî, li aliyekî din jî zarokê bi navê Mihemed Yûsif Mihemed (12) şehîd bû. Sara (7) xweşka zarokê şehîd ê bi navê Mihemed Yûsif Mihemed ê ji bajarê Qamişlo ye û lingê wê qut bû.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokên Til Rifetê jî berdewam in, her wiha di 2’yê Kanûna 2019’an de dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujiyek pêk anî, di encamê 10 sivîl şehîd bûn, di nav de 8 zarok bûn û 12 jî birîndar bûn.

Li gundên rojavayê Til Temirê yên kantona Hesekê di 10’ê vê mehê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke bêserûber pêk anî, di encamê de jî jî zarokê bi navê Yezen Mihemed Elî (6) ê ji gundê Deşîşa birîndar bûn.

Piştî ku Yezen Mihemed Elî li nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê tedawî bû û derket, ajansa me pê re civiya. Elî wiha got: "Min pezê xwe dibir çêrê û hatim armanckirin, bi wê re birîndar bûm. Birînên min di rû, pişt, ling û destên min de bûn, hin pezên telif bûn."

Yezen tirsa xwe wiha diwesifîne û dibêje: "Piştî hatina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li nêz gund, azarên me dest pê kirin. Her tim gundê me û gundê Tewîlê dihatin topbarankirin û bi wê re jî dibistanên me hatin girtin."

Yezen Mihemed Elî hêvî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê bi der kevin, da ku jiyana wek berê vegere û ew jî vegerin dibistanên xwe.

Şêniyên gundê Deşîşa di demeke berê de diyar kiribûn ku dewleta Tirk a dagirker sûcên şer li dijî wan pêk tîne, kehrebê û ava vexwarinê qut dike.

UNICEF di 11’ê Cotmeha 2019’an biryarek da, tê de tevahî alî li ser parastina zarokan ji xeteriya birîndarî yan jî mirin an jî koçberkirinê hişyarî da. lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sûcên xwe yên li dijî zarokan de bêyî ku tu aliyên navneteweyî û rêxistinên mirovî tev bigerin de, berdewam in.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JMPiVnPSENA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>