KNK’ê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê êrişa bi mûşekan a li ser Hewlêrê ya şeva borî şermezar kir û got: “Çareserî bo ewlekariya paristina destkeftiyan û serkeftina gelê Kurd û Kurdistanê, yekrêzî û yek dengiya hêzên Kurdistanî ne.”

KNK’ê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir
16 sibat, 2021   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

KNK’ê diyar kir Kurdistan bi her çar perçeyên xwe her dem bûye hedefa êrişên dewletên dagirker ên herêmê û ti carî hebûn û bi destxistina maf û statûya Kurd-Kurdistanê qebûl nekirine û nakin jî.

KNK’ê ev got: “Erişa muşekî ya şeva bihûrî li ser bajarê Hewlêrê û belafirxanaya navdewletî, bi mexseda têkbirina istiqrar û aramiya herêmê ye. Di encama êrişê de çendîn kes birîndar bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye. Dewletên dagirker û hevkarên wan, dijminatiya statû û deskeftiyên Kurdistanê dikin. Ev êriş jî karê wana ye.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) vê êrişê ji çi terefî û bi çi mexsedê hatibe kirin riswa dikin û bi tundî şermezar dikin. Em ji birîndaran re şifayên xêrê û ji bo kesê jiyana xwe ji dest dayî re rehmetê û ji malbatê re sersaxiyê dixwazin.

Kurdistan bi her çar perçeyên xwe her dem bûye hedefa êrişên dewletên dagirker yên herêmê û ti carî hebûn û bi destxistina maf û statûya Kurd-Kurdistanê qebûl nekirine û nakin jî. KNK vê êrişê dijî hebûn û destkeftiyên gelê Kurdistanê dibîne û di vê çarçeveyê de dinirxîne. Dewletên herêmê, bi taybet dewletên dagirker bi şêwazên hovane dixwazin destkeftinên gelê Kurd ji holê rakin û mînaka herî nêzik jî ew e ku dewleta Tirk berî çend rojan li devera Garê, bi hovane êrişî hêzên Kurdistanî kirin.

Em KNK bi israr dibêjin; çareserî bo ewlekariya paristina destkeftiyan û serkeftina gelê Kurd û Kurdistanê, yekrêzî û yek dengiya hêzên Kurdistanî ne! Em bi vî rengî dikarin hebûn û ewlekariya gelê xwe ji êrişên hovane bi parêzin.”