Rûsya: Çalakiya komên terorîst li bakurê rojavayê Sûriyê zêde bû

Nûnerê rûsî ya ku beşdarî tûra 15'an a civînên Astana bûye diyar kir ku çalakiya komên radîkal ên terorîst li bakurê rojavayê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirnie, zêde bûne. Her wiha lihevkirina bi van koman re dûr xist.

Rûsya: Çalakiya komên terorîst li bakurê rojavayê Sûriyê zêde bû
16 sibat, 2021   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsiyê yê Sûriyê Alexander Lavrentiev got "Di vê dawiyê de şer li bakurê rojavaya Sûriyê vê zêde bûn, çalakiya komên radîkal yên li wir bi cih bûne zêde bû. "

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsiyê yê Sûriyê Alexander Lavrentiev di vekirina xebatên danûstandinên Astana-15 de teqez ku Rûsya lihevkirina bi komên terorîst ên li Sûriyê çalakî in, tam dûr dixe û girîngiyê dide tesfiyekirina van koman.

Li gorî Lavrentiev, girîng e ku hemû xebat ji bo rêgirtina li ber pêleke nû ku şerê çekdarî gûr dike, were kirin, ji ber ku encamên wê dê ne li Sûriyê tenê di heman demê de li ser gelempertiya herêmê karest bin.

Cîgirê rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsya li Sûriyê lîwa Vyacheslav Sitnik, roja Duşemê got, 19 operasyonên topbaranê li hundirê parêzgeha Idlibê, 12 li Laziqiyê, du operasyon li Heleb û Hamayê ku ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve hatin pêkanîn, hatin şopandin.

Îro li bajarê Soçî yê Rûsya ji bo nîqaşkirina pêşketinên  qaşo di aliyê siyasî, ewlehî û mirovî de li Sûriyê, gera 15`an a danûstandinên Astanayê bi beşdarbûna dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiyê) dest pê kir.