​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re

Bi sedan şêniyên Reqayê name ji rêber Abdullah Ocalan re nivîsandin, radestî Komîteya Rêbertî kirin. Şênî di nameyan de hestên xwe yên li beramberî rêbertî û bertekên xwe yên li hemberî komployê rave dikin.

​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
​​​​​​​Ji Reqayê name ji rêbertî re
16 sibat, 2021   17:33
REQA

Komîteya Rêbertî ya di Rêveberiya Jinan a Reqayê de ku ji 11 kesên ji Reqayê pêk tên, pêşwaziya şêniyan kirin. Komîte dê nameyên şêniyan radestî Komîteya Navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Şêniyan di nameyan de banga azadiya rêbertî dikin û teqez dikin ku gelek gel fikirên azad ê rêbertî nas kirine ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser erdê pêk tê.

Her wiha di nameyan de "Roja reş" şermezar dikin û diyar dikin ku girtina rêbertî fîzîkî ye û bi fikirê xwe azad e.

Jina bi navê Şirîn Kedro ku name şandiye dibêje: "Mîna rêber Ocalan tu rêber ku ji bo projeyek aştiyê feda bike tune. Tişta herî kêm ku em dikin nameyan kom bikin ku di navaroka xwe de hêvî û asta girêdana me ya bi rêbertî û projeya wî îfade dike."

Jina bi navê Tesnîm El-Necar jî wiha axivî: "Min ev name ji rêber Abdullah Ocalan re şand, ji gelek hevokan e ku bandor li me kirine. Em piştgiriya rêberê neteweyî dikin ku ji bo azadiya gelên bindest û jinan têdikoşe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XWp-LAmL94k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>