Têkildarî komploya 15'ê Sibatê panelek li Reqayê hate lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê panelek orgenîze kir.

Têkildarî komploya 15'ê Sibatê panelek li Reqayê hate lidarxistin
16 sibat, 2021   14:58
REQA

Bi boneya salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Meclisê Giştî ya bajarê Reqayê panelek bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajar li hola Tac li dar xist.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre der barê têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî sinivîzyonek hate pêşandan.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selah Reqa axivî û îşaret bi komploya navneteweyî, dewletên ku beşdarî bûne û encamên vê komployê kir.

Her wiha Selah Reqa qala projeya neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye kir û diyar kir ku ev proje berhemên ramanê rêbertî ye û rola sereke ya têkbirina DAIŞ'ê li herêmê ye.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin û girîngî bi xurtkirina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî kir.

Di panelê de helbest hatin xwendin.

Panel bi sloganên" silavkirina QSD û rêber û rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1eeJ-mqjed8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>