4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinêya Herêma  li gundên navçeya 4 dibistan vekirin.

4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
4 dibistan li gundên Amûdê hatin vekirin
16 sibat, 2021   15:11
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Bernameya  Xizmetkariyên Bingehîn li Sûriyê ya girêdayî (Ajansa Amerîkî ya geşkirina Navneteweyî) USAID,  4 dibistanên qonaxa seretayî li çar gundên girêdayî navçeya Amûdê ku êzidî lê ne, çaksaz kirin û bi merasîmekê vekirin.

Dibistana gundê Du Gir, Gundor, Xirbê Xwê û Bor Seîd ên girêdayî navçeya Amûdê hatin çaksazkirin.

Dibistan bi merasîmekê ku tê de şêniyên gund, endamê Mala Êzidiyên Herêma Cizîrê, hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Meclisa navçeya Amûdê, Kogreya Star û Bernameya Xizmetkariyên Bingehîn li Sûriyê hatin vekirin.

Merasîm li pêşiya dibistana gundê Du Gir ya navçeya Amûdê hat lidarxistin. Di merasîmê de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û spasiya Bernameya Xizmetkariyên Bingehîn li Sûriyê kir û got: "Ew bername soza mayîna 3`ê salan ji bo çaksazkirina dibistanên herêma Cizîrê daye me."

Ebdo diyar kir ku 7 dibistanên din jî li navçeya Amûdê û bajarê Qamişlo jî tên çaksazkirin.

Her wiha Endamê Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Seydo jî axivî û spasiya her du aliyên ku bi avakirina her çar dibistana avêtin ser milên xwe kir û got: "Perwerde lingê bingehîne ji bo avakirina civakê, bi taybet qonaxa seretayî ji  perwerdehiyê, divê malbatên şagirtan jî bi mamosteyên zarokên xwe re alîkarb in da ku nifşeke serkeftî ava bibe."

Seydo da zanîn ku pêwîstiya civakê bi kesên pispor û zane heye.

Di merasîmê vekirinê endamê koordîneya Bernameya Xizmetkariyên Bingehîn li Sûriyê ya girêdayî (USAID) Ehmed El-Berdî jî axivî û diyar kir ku ew ji 7 mehan li herêma Cizîrê kar û xebatên xwe dikin û wiha got: "Bernameya me bi awayeke giştî kar û xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, karê me li ser beşên xizmetên bingehîn ne wekî ceyran, tenduristî, av û perwerdehîyê ye."

Piştre dibistan ji aliyê şêniya gundê Du Gurê Hindiya Xelef ve hat vekirin.

Di dawiyê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Xelîl çante li şagirtên hazir belav kir.

(sb)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eNXv5hFDqBU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>